Dayikên aştiyê: Bila PDK neyê lîstika Tirkan 2022-04-14 09:05:09   Rabia Onver    COLEMÊRG - Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Geverê bertek nîşanê PDK’ê ku bi Tirkiyeyê re di amadekariya êrîşa li hember Herêma Federal a Kurdistanê de ye, da û gotin: “PKK’ê tu zirar neda Barzanî. Her tim destê aştiyê dirêj kir lê Barzanî her tim şer meşand. Êdî bes e. Bila wan destên xwe yên qirêj ji ser zarokên me hilîne.”   Tirkiyeyê li hember herêmên Zap, Metîna, Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê di 23’ê Nîsana 2021’ê de operasyona leşkerî da destpêkiri û ev saleke operasyon didome. Tirkiyeya ku encama dixwest nikaribû bidestxîne hewldanên xwe yên li hember herêmê didomîne. Piştî trafîka dîplomasiya di navbera Enqere-Hewlêrê de zêde bû şûnde, bi hevkariya AKP-PDK’ê di çarçoveya operasyona derveyê sînor de amadekarî hatin berfirehkirin. Operasyon û êrîş bi piştgiriya PDK’ê didomin û Gelê Kurd jî banga dijberiya şer li PDK’ê dike.   Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Geverê bertek nîşanê operasyonê ya bi hevkariya PDK û Tirkiyeyê tê kirin dan û bang kirin.   ‘Barzanî bi talîmata Tirkiyeyê biryarê dide’   Zozan Gurbuz da zanîn ku Dayikên Aştiyê beriya her tiştî aştiyê dixwazin û divê operasyona ku PDK û Tirkiye bi hev re dike demildest bidawî bibibin û daxuyand: “Barzanî Kurd e, bila eslê xwe winda neke. Gelo Erdozan çi dide Barzanî ku wisa li dijî Kurdan şer daye destpêkirin. Li her derê qerekol çêkirin, di şer de kîmyasalan bi kar tîne. Em dayik her tim bang li Barzanî dikin lê ew şer didomîne. Barzanî bi aqilê Tirkiyê biryaran dide, şer dike û li xwişk û birayên xwe dide. Bi kîmyasalê zarokên kurd dikuje. Dibêje terorîstin. Lê terorîstên esas ew in.”   ‘Bila ev şer bidawî be’   Zozanê destnîşan kir ku  li dijî şer û êrîşên tên kirin kezeba dayikan dişewite û wiha dawî lê anî: “Bila ev şer û zilm biqede. Bila Xwedê vê zilmê qebûl neke. Li şûna Barzanî piştgiriyê bide kurdan bi Erdogan re li hev dike. Bila Barzanî neyê van lîstikan. Bila destê xwe ji ser kurdan bikşîne. Daxwaza me ev e ku ev şer bidawî bibe, xwîn nerêje.”   ‘Kengê bê Enqereyê komkujî tê kirin’   Gulbeyaz Mihçi jî bertek nîşanê rewşê da û wiha nirxandin kir: “Barzanî bi salane îxanetê li kurdan dike, li hember kurdan şer dimeşîne.  Barzanî kengê bê Enqereyê komkujî tê kirin.  Gelo wê dewleta Tirk çi bide Barzanî. PKK’ê tu car zirar neda Barzanî, her tim destê aştiyê dirêj kirê. Lê Barzanî şer meşand. Bila êdî destê xwe ji ser zarokên me bikşîne.”   ‘Bila neyê lîstika Tirkan’   Gulbeyazê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê PDK demildest ji vê şaşiyê vegere. Bila piştgiriyê nede Tirkieyyê. Bila PDK neyê lîstika Tirkan û vê zilmê bide sekinandin. Gelo wijdana Barzanî rehete ku li dijî vê êrîşê bêdenge. Barzanî kurde lê xwedî li nasnameya xwe dernayê. Em aştiyê dixwazin. Em naxwazin kes bimire.”