Jinên li Mexmûrê: Divê başûrî rê nede îxanetê 2022-04-14 09:04:03     Qeder Kar - Bêrivan Tunç   MEXMÛR - Jinên Wargeha Mexmûrê hevkariya PDK’ê şermezar kirin û gotin: "Em bi taybetî bang li gelê Başûr dikin ku li hemberî dagirkerî û helwesta PDK'ê rabin ser piyan û rê nedin îxanetê."   Hikûmeta Iraqê ji 30’ê adarê ve li ser sînorê Şengal-Rojava dîwaran datîne. Bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Arteşa Tirk jî ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ve sewqiyata leşkerî dike. Ev tişt tê wateya pratîzekirina plansaziya hevpar a Bexda, Hewlêr û Enqerê. Li ser vê yekê li Şengal û Rojava çalakiyên gel ên şermezarkirinê ya li hemberî "Dîwarê Şermê" tên lidarxistin. Her wiha bertek û nerazîbûnên raya giştî jî didomin.    Ezîma Kabûl û Cîhan Kaplan li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dijîn, bi taybetî bertek nîşanî helwesta PDK'ê dan û nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman.    'Hevkariya bi salan a PDK'ê Tirkiyeyê'    Ezîma Kabul, derbarê hevkariya PDK'ê û Tirkiyeyê de wiha nêrînê xwe anî ziman: "Bi salane hevkariya PDK’ê ligel Dewleta Tirk heye. Em ji vê çendê re ne biyanî ne. Ger ku hevkariya wan neba Dewlet Tirk bi serê xwe nedikari bikeve nava axa başûrê Kurdistanê. Nedikarî baregehên xwe li vir ava bike. PDK di destê wan de weke leyistokekê lê hatiye. Bi her awayî dikeve nava lîstokên Dewleta Tirk. Ev tişt dibe sedem ku gelê li Başûr dijîn bikevin nava qeyranê."   ‘Îro pêdivî bi tifaqbûnê heye'    Ezîma, destnîşan kir ku divê kurd xwedî li axa xwe derkeve û got: "Ez bang li gelê başûrê Kurdistanê dikim ku bila xwedî li axa xwe derkevin. Dagirkeriya ku tê kirin bila qebûl nekin. Îro roj roja yekitî û tifaqê ye. Kesên ku tên kuştin ji kijan deverî dibe bila bibe ferq nake, her yek ji malbatekî çûye û em wisa lê dinêrin. Hemû kurd in. Ji ber vê jî divê kurd li dijî dagirkeriyê bibin yek. Bila xwişk û biratiya xwe winda nekin. Bila tifaq bin û ji bo wê jî pêwistî bi berxwedan û têkoşînê heye."   ‘Tu carî hêviya me ji PDK'ê çênebû'    Cîhan Kaplan jî li ser polîtîkayên PDK'ê ya li hemberî kurdan dide meşandin rawestiya û wiha axivî: "Ji dîrokê heta ni niha PDK’ê îxanetê li kurdan dike. Îxanetê daniye ser milê xwe û ji bo kurdan tiştekî din nake. Bi taybetî di salên dawiyê de bêtir siyaseteke qirêj ên îxanetê dide meşandin. Hevkariya dijminê xwe dike. Rûyê xwe yê reş diyar dike. PDK’ê rolekî sereke ya îxanetê girtiye. Tu carî hêviya me ji PDK'ê çênebû. Bi rastî tişta ku mirovan diêşîne jî kurdbûna wan e. Kurd in lê ji bo kurdan tiştek nakin."    ‘Başûrî gelo çima bêdeng in?'    Cîhan, destnîşan kir ku helwesta gelê Başûr di vê pêvajoyê de girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gelê Başûr bêdeng e û ev tişt mirovan diêşîne. Gelê Başûr û bi taybetî jî jin çima li hemberî wê yekê bêdeng in. Çima li hemberî êriş û siyaseta qirêj bê helwestin û ranabin ser piyan. Ew çende di nava xaka Kurdistanê de îxanet tê kirin çima dengê xwe der naxin. Em dikarin bêjin ku Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê bi hemû hêza xwe ve xaka Başur dagirkiriye, tişta dikeve ser milê me jî berxwedan e. Ji tu hêzan em hêvi nakin, bi salane daxwaz û xwestekên me yên li hemberi dezgeyên mafê mirovan û hêzên li Rojava dikin bê bersiv diminin. Heta niha keseki gavek ne avêtiye ji bo me."   ‘Hêza me wê me bibe serkeftinê’   Cîhan, di dawiya axaftina xwe de wiha bang li raya giştî kir: "Ez bang li hemu gelê Başûr, jinan û kurdan dikim ku li hemberî îxanetê sekneke xurt nîşan bidin. Dê hêza me û berxwedana me, me bibe serkeftinê."