Ji malbatên girtiyan bang: Em naxwazin agahiyên mirinê bigirin 2022-04-14 09:02:30     Sema Çaglak   DÎLOK - Dayika 3 girtiyan Anzilha Ozturk, derbarê rewşa girtiyan de banga hestiyariyê kir û got,: “Lawekî min ê girtî bi nexweşiya epîlepsîyê ye û di yek hucreyê de tê girtin. Em naxwazin ji zindanan agahiya mirina zarokên xwe bibihîzin.”   Li gittîgehan binpêkirinên mafan her carê bi rêbazeke nû tên kirin. Ev binpêkirin di demên dawî de bi serdegirtina li qawîşan û bi tecrîdkirina girtiyên nexwe ku di huceryên yek kesî de tên hişitin di rojevê de ne. Li dijî vê rewşa girtiyan bertek û çalakî jî her ku diçin zêde dibin û malbatên girtiyan jî banga hestiyariyê li raya giştî dikin.  Malbat dibêjin em naxwazin ku xizm û zarokên me di hucreyan de bi tena serê xwe jiyana xwe ji dest bidin. Anzilha Ozturk û Emîne Oztur jî yek ji van malbatên ku banga hestiyariyê dikine.    3 lawên wê girtî ne   Anzilha Ozturk(66), ji taxa Vatanê ya girêdayî navçeya Şahînbeyê ya Dîlokê ye. Anzilha ya ku wekî her malbateke kurd jiyanek bi zaro û zahmetî derbas kiriye niha jî êşa zarokên xwe dikişîne. 3 zarokên Anzilha li cûrbecûr girtîgehan tên girtin û bi salan e ji ber pirsgirêkên xwe yên tendurîstî wan nikare bibine. Anzilhayê dibêje ji ber hesreta zarokên xwe xew nakeve çavên wê û dixwaze ku zarokên wê bên berdan.   Bakir Ozturk (42) li Girtîgeha Hejmar 2 a Tekirdagê, Necdet Ozturk (37) û Îbrahîm Ozturk(36) jî li Girtîgeha Tîpa E ya Dîlokê girtî ne. Bakir Ozturk di sala 2011, Necdet Ozturk jî di sala 2016 an de hatiye girtin û li wan cezayê mûbetê yê heta dawiya emrê xwe di girtîgehê de bin hatiye birîn. Her wiha Necdet jî bi nexweşiya Epîlepsiyê ye û di hucreya yek kesî de tê girtin. Dermanên Necdet jî nayên dayîn û rewşa wî her diçe xirabtir dibe. Îbrahîm jî ji sala 2019 an wê girtî ye û jê re jî 5 sal cezayê girtîgehê hatiye dayîn.   ‘Vê dewletê ji bilî zilmê tiştek neda me’   Anzilhayê, diyar kir ku ew dayika 6 zaroka ye û zarokên xwe di nav şert û mercên zahmet de bi xizanî mezin kirine. Anzilha, got: “Gava hê zarokên min hûr bûn hevjinê min rehmet kir. Min gelek zehmetî kişand. Çiqas ji destê min hat min hewil da ku zarokên xwe mezin bikim. Zarokên min mezin bûn lê vê carê li ser me zexta dewletê dest pê kir. Gelek caran bi ser mala me de hate girtin û zarlm li zarokên min hat kirin. Vê dewletê ji bilî zilmê tiştek neda me.”   ‘Li gel ku nexweş e di hucreyê de tê girtin’   Anzilha, anî ziman ku ew ji ber kerba zarokên xwe nikare xwarinê bixwe û daxwaza wê azadiya girtiyan e. Anzilha, daxuyand ku bi Necdet re nexweşîna epîlepsîyê heye û li gel vê jî di yek hucreyê de tê girtin. Anzilha, wiha berdewam kir: “Ez dixwazim bila zarokên min ji yek hucreyê werin berdan. Necdet gelek caran ji ser hişê xwe ve diçe û bi saetan li erdê dimîne. Her wiha dermanên wî jî nadin. Ew jî dibe sedem ku krîzên tênê zêdetir dibin. Ez ji ber rewşa wî gelek bi fikar im. Ditirsim ku ji zindanan ji bo lawên xwe xeberek nebaş bibîhîzim. Em vê zilmê qebûl nakin. Dixwazim bila zarokên me berdin û dawî li vê zilmê bînin. Ez ji ber temenê xwe û nexweşînên xwe nikarim wan bibînim. Emrê min bi hesreta zarokên min derbas dibe.”   ‘Dixwazim hemû girtî bên berdan’   Anzilha, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gava li ser sifreyê rûdinim sê lawên min tên bîra min. Zarokên min xstin girtigehê û min tene hiştin.  Dilê min dişewite. Gava radizêm ji ber êşa zarokên xwe hêsîrê çavên min bi ser balîfa min de dirijn.  Kesekî min nema ye. Ez dixwazim bila hemû girtî bên berdan.  Ez vê tenê ji bo zarokên xwe naxwazim ji bo hemû girtiyan dixwazim. Gelek girtîyên nexweş hene ku di bin zilma dewletê de ne.”   ‘Zarokên min bêyî bavê xwe mezin bûn’   Bûka Anzilhayê û Hevjîna Bakir Ozturk, Emîne Ozturk jî derbarê rewşa girtiyan de axivî û diyar kir ku her roj rêbazeke zilmê ya nû derdixin pêşberî wan û wiha axivî: “Hevjînê min di sala 2011 an de hate girtin. Wê demê hemû zarok biçûk bûn. Yê herî biçûk 7 mehî bû. Zarokên min bêyî bavê xwe mezin bûn. Gava diçûn dibistanê û dihatin tim li bavê xwe dipirsîn. Gava wan dipirsî em jî xemgîn dibûn. Bakir destpêkê li Enqereyê girtî bû piştre di sala 2016 an de sirgûnî Tekîrdagê hate kirin. Ev demek dirêj e em nikarin wî bibinin. Derfetên me yên ku em herdem biçin hevdîtinê tune ne.”   ‘Dewlet dixwaze girtî bimirin’   Emîne, got ku bila tu kes çavê xwe ji rewşa girtiyan re negire û wan terkî mirinê nekin. Emîne, got: “Gelek girtîyên nexweş hene û gelek caran em dibihîzin ku girtî jiyana xwe ji dest didin. Ev rewş di aliyê derûnî de jî bandorê li me dike. Li Necdet 3 cezayên giran a muebetê hatine birîn. Nexweşiya wî jiyana wî dike xeterê. Em naxwazin ku ber bi mirinê ve biçe. Em ji jiyana wî bi fikar in. Çend roj berê Necdet kriz derbas kiribû. Rakirine nexweşxaneyê bijîşk gotiye 'heke hinek din jî dereng bimaniya wê xwîn biçûye ser mêjiyê wî'. Lê bi israr  Necdet di yek hucreyê de tê girtin. Divê nexweşînên epîlepsiyê bi tena serê xwe nemînin. Carek jî kriz derbas kiribû ji ser hişê xwe çûbû, bêyî hemdê xwe zirar daye xwe û laşê wî di nav xwînê de maye. Bi saetan li erdê maye lê tu kes tiştek nekiriye. Dewlet dixwaze girtî bimirin.”