ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2022'YAN 2022-04-14 09:00:00     * Girtiya siyasî Rîhan Kavak Ozbek 6 sale li girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiye û bi rîska pençeşêrê re rû bi rû ye. Rîhan ku jiyana wê bi têkoşînê derbas bû, di vî 6 salî de pirsgirêka giran a tenduristiyê dijî.   * Dayika 3 girtiyan Anzilha Ozturk, derbarê rewşa girtiyan de banga hestiyariyê kir û got,: “Lawekî min ê girtî bi nexweşiya epîlepsîyê ye û di yek hucreyê de tê girtin. Em naxwazin ji zindanan agahiya mirina zarokên xwe bibihîzin.” BI DÎMEN    *Jinên Wargeha Mexmûrê hevkariya PDK’ê şermezar kirin û gotin: "Em bi taybetî bang li gelê Başûr dikin ku li hemberî dagirkerî û helwesta PDK'ê rabin ser piyan û rê nedin îxanetê." BI DÎMEN    *Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Geverê bertek nîşanê PDK’ê ku bi Tirkiyeyê re di amadekariya êrîşa li hember Herêma Federal a Kurdistanê de ye, da û gotin: “PKK’ê tu zirar neda Barzanî. Her tim destê aştiyê dirêj kir lê Barzanî her tim şer meşand. Êdî bes e. Bila wan destên xwe yên qirêj ji ser zarokên me hilîne.” DÎMEN HEYE   *"Birêz Aysel dema vegeriya girtîgehê û tiştên jiya dubare dubare fikirî û digot 'Gelo mirovek çend caran dimre?'.  Birêz Aysel di mirina dayika xwe de xwe sûcdar dikir û digot 'Min ew tenê hişt, ez ligel wê nebûm, min gotina wê ya dawî nebihist'..."' JI PÊNÛSA JINAN