Serdana Girtîgeha Îdirê hat kirin 2022-04-13 16:42:18   ÎDIR - Şandeyek ku ji nûnerên HDP, OHD û ÎHD’ê pêk dihat, têkildarî binpêkirinan çû serdana girtîgeha Panos û Îdirê.    Şandeyeke ku ji endamên Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) pêk dihat, têkildarî binpêkirinên li girtîgehan, li Agirî û Îdirê serdana girtîgehan kirin. Di vê çarçoveyê de şande ewilî çû serdana Baroya Îdirê. Şandeya ku ji parlamenterên HDP’ê Oya Ersoy, Habîp Eksîk, Abdullah Koç, Fatma Kurtulan, Huseyîn Kaçmaz û Rêveberê Navenda Giştî yê OHD’ê parêzer Cahît Ertan û Sertaç Çelîkkalelî pêk dihat, ji hêla Serokê Baroya Îdirê Serkan Alakan ve hate pêşwazîkirin. Civîn, ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. Piştî civînê jî şande çû serdana Girtîgeha Tîpa S a Îdirê ku di van demên dawî de bi mirinê di rojevê de ye.    Bi rêveberiyê re hevdîtin   Şandeyê qederê saetekê bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir. Piştre jî ber bi Agiriyê ve kete rê. Li Agiriyê jî şande çû serdana baroya bajêr. Şande ji hêla Serokê Baroya Agiriyê Mehmet Salih Aydin û endamên lijneya rêveber ve hate pêşwazîkirin. Civîna li vir jî ji çapemeniyê re girtî hate kirin. Hat zanîn ku di civînê de beşdaran bal kişandin ser binpêkirin û mirinên biguman ên demên dawî de.    Girtîgeha Panosê hat ziyaretkirin   Şande piştî hevdîtina bi Baroya Agiriyê re çû serdana Girtîgeha Tîpa L a Panosê ku ev demeke dirêje ji ber binpêkirinên mafan girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger kirine. Tê payîn ku şande dê sibe li Wanê çendek hevdîtinan bike û piştre derheqê serdanên xwe de daxuyaniyekê parve bike.