Li Wanê 'Nobeda Edaletê' berdewam e: Em bêhiqûqiyê qebûl nakin 2022-04-13 16:24:14   WAN - Di Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ku li Baroya Wanê dane destpêkirin de banga berdana girtiyên nexweş hate dubarekirin û wiha hat gotin: “Em bêhiqûqiyê qebûl nakin.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan dane destpêkirin, di roja 117’emîn de berdewam dike. Çalakiya îro dayika Botan Tîmûr ê li Girtîgeha Tîpa F a Wanê tê ragirtin, Aslihan Tîmûr didomand. Rêxistina HDP’a Tûşbayê serdana çalakiya nobetê kir.     Hevserokê HDP’a Tûşbayê Hakki Cemal ê di serdanê de axivî, diyar kir ku wê her tim piştgiriya çalakiya dayikan bikin û wiha got: “Di serî de Aysel Tûglûk divê girtiyên nexweş demildest bên berdan. Divê girtiyên bi awayekî neheq,  li girtîgehan tên ragirtin êdî bên berdan. Ji bo edalet pêk were ev hewce ye.”   Hakki, bi lêv kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan divê demildest bê rakirin û wiha berdewam kir: “Em tecrîda li girtîgehan qebûl nakin. Girtî li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin. Êdî divê ev pêkanîn bi dawî bibin. Em dixwazin edalet pêk were.”   'Bêhiqûqî  nayê qebûlkirin’   Aslihan Tîmûr a di çalakiya nobeta edaletê de jî diyar kir ku ji ber ev bêhiqûqiya heyî qebûl nekirine dest bi nobetê kirine û xwest ku kesên neheqî û bêhiqûqî li girtîgehan tên ragirtin demildest bên berdan.”