Zextên li hemberî HDP'ê li gelek bajaran hat şermezarkirin 2022-04-13 14:11:07     NAVENDA NÛÇEYAN -  Rêxistinên HDP'ê yên li Riha, Mêrdîn, Mêrsîn û Îskenderûnê biryara binçavkirina 91 kesan şermezar kirin û gotin: "HDP’ê serî netewand û wê tu demê netewîne. Wê kurd û gelên din bi ser kevin û lê AKP dê têk biçe”    Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên bajaran li gelek navendan biryara binçavkirina 91 kesên ku di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de duh hat derxistin û gelek ji wan hatine binçavkirin û her wiha zextên polîsan ên li ser avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Cizîrê şermezar kirin.    Li ber avahiya HDP'ê ya Mêrdînê daxuyanî     Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Mêrdînê li ber avahiya xwe daxuyanî da û binçavkirinên pêk hatin û zextên li ser avahiya HDP’a Cîzîrê şermezar kir. Gelek endam û rêveberên HDP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta “Em HDP ê diparêzin” vekirin.    Hevseroka HDP’a Mêrdînê Perîhan Agaoglu diyar kir ku armanca êrişên AKP’ê û MHP’ê ew e ku HDP siyasetê neke û got: “HDP rêya sêyemîn e. HDP fikr û ramanek e. HDP azadî ye. HDP hêviya gelan e. Hûn nikarin îradeya gel asteng bikin û em faşîzma desthilatdariyê şermezar dikin, Em hebûn, em hene û em ê her hebin.”    Hevserokê HDP’a Mêrdînê Salih Kuday jî anî ziman ku wê gelê kurd li ber van zextan jî serî netewîne û ew ê têkoşîna wan bi ser bikeve.    Li Rihayê êriş hat şermezarkirin    Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Rihayê jî li ber avahiya xwe daxuyanî da û zextan şermezar kir. Parlamenterên HDP’ê yên Rihayê Ayşe Surucu, Omer Ocalan û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn.     Hevserokê HDP’a Rihayê Ziya Çalişkan anî ziman ku ji bo îktidara AKP-MHP’ê têkoşîna HDP’ê di çavê gelê kurd de bide reşkirin, van zextan pêk tîne û dê ev zext bi ser nekevin. Parlamenter Omer Ocalan jî destnîşan kir ku wan gelek zext û tirsan ji ser xwe avêtine û got: “Wê ev zîhniyeta çetekar têk here û em ê bi ser bikevin. Em meşru ne û divê ji îradeya gel re hurmet bê nîşandan.”    Li Parka Zarokên Azad a Mêrsîne kom bûn    Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê jî li Parka Zarokên Azad daxuyanî da û nûnerên partiyên siyasî, sendîka, komele û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn û pankarta “Zext nikarim me bêzar bikin” vekirin. Hevseroka HDP’a Mêrsînê Bedriye Kuş da zanîn ku ew ê li dijî zextan li ber xwe bidin û wê HDP bi ser bikeve.   Êrişên li Îskenderûnê hat şermezarkirin    Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Îskenderûnê jî li avahiya xwe zextên li ser partiya xwe şeremezar kir. Hevserokê HDP’a Îskenderûnê Abdurrahîm Şahîn anî ziman ku ew ê li dijî her dozên dekûdolabê derkevin û têkoşîna xwe bidomînin. Şahîn xwest kesên hatine binçavkirin tavilê bên berdan.