Li Amedê berteka li hemberî lêpirsîna Kobanê: Hûn nikarin HDP'ê têk bibin 2022-04-13 13:52:06     AMED - Rêxistina HDP'ê ya Amedê li dijî binçavkirina 46 kesan daxuyaniyek da. Parlementera HDP’ê Dêrsîm Dag got: "DAIŞ li Kobanê çawa binket wê li vir jî îqtidara AKP’ê binbikeve."   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi wesîleya lêpirsîna li Enqerê hatiye destpêkirin û di encamê de 46 kes hatine binçavkirin li Koşûyoluya ya Rezana Amedê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê, Hevserokên HDP’ê yên Amedê Zeyyat Ceylan, Gulîstan Atasoy, parlementerên HDP’ê Dersîm Dag û Îmam Taşçiyer beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em li vir in em HDP’ê diparêzin, kes nikare îradeya me bişkîne” vekirin.   ‘Gel xwedî li siyaseta xwe derdikeve'    Di destpêka de Zeyad Ceylan agahiyên di derbarên binçavan de parvekir û bi van gotinan bertek nîşan da: “Ji salên 2015'an ve AKP û MHP dest bi polîtîkayên ku dijminatiya HDP ê dike armanc kirin. Heya niha bi sedan HDP'yî hatin girtin û binçavkirin. Êrişî Meclîsa Jinan, Meclîsa Ciwanan kirin. Êrişî avahiya me dikin û di hindirê avahiyên me de, me qetil dikin. Dixwazin siyaseta me asteng bikin. Bi vê re sînordar nema siyaseta wan a qir ker, civakê anîn wê astê ku êdî nefes nestînin. Di aliyê aborî û civakî de wan teng kirin. Lê belê siyasetek bi vî rengî dijminatiya gel bike nikare bi ser bikeve. Em baş dizanin ev ne jî xurtiyê ye. Ev êriş asta wan ya têkçûnê nîşa dike. Hûn kengê hilbijartinê bikin em amade ne. Gelê me amadeye. Wê gel xwedî li siyaseta xwe derkeve. Hûn nikarin HDP ê têk bibin."   ‘Wê AKP binbikeve’   Dersîm Dag jî bertek nîşanî êrişên li hemberî HDP'ê da û got: “Em bi êrişên kumpasê re rû bi rû ne. Di kesayeta HDP ê de bêdengkirina gel berdewam dike. Demek dirêje li dijî siyaseta kurd oparasyonên mezin tên kirin. Gelê Kurd ji van êrişan re serî natewîne. Îqtidara ku li Kobanê binketina DAIŞ'ê tehemûl nekir êrişî kurdan kir. Kobanê têkoşîna mafdar ya kurdan e. Kes nikare wê krîmînalîze bike. DAIŞ li Kobanê çawa binket wê li vir jî îqtidara AKP’ê binbikeve. Wê koşka AKP’ê serûbin bibe. Yên ku dixwazin kurd serî bitewînin wê bi xwe wê bijîn. Newroza Amedê mînaka vê yekê ye.”