Ji jinan bang: Girtiyên nexweş berdin 2022-04-13 09:05:58     ENQERE - Jinên tevlî Kongreya Navendî ya Enqereyê ya HDP’ê bûn diyar kirin ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan demildest bê rakirin û girtiyên nexweş demildest bên berdan.   4’emîn Kongreya Asayî ya HDP’a Enqereyê di 10’ê Nîsanê de pêk hat. Gelek kes tevli kongreyê bûn û di kongreyê de rojevên terîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rewşa girtiyên nexweşên giran derketin pêş. Jinên tevli kongreyê bûn li ser du daxwazên ku derketin pêş nirxandin kirin.   ‘Aysel Tugluk çima nayê berdan?’   Endama Komîsyona Jinan a Rêxistina Tuzluçayir a Mamak a HDP’ê Hasret Karaman tecrîda li ser Gelê Kurd, girtiyan û civakê şermezar kir û da zanîn ku divê tecrîda li ser grtiyan demildest bê arkirin. Hasretê wiha balkişand ser girtiyên nexweş: “Divê girtiyên nexweş yên giran demildest bên berdan. Aysel Tugluk  rewşa wê girane. Ew siyasetmedareke. Ew parlamentera me bû. Çima wê bernadin? Çima destur nadin li derve bê dermankirin? Li ser girtiyên me tecrîd pêk tê.”   ‘Em  bi hev re dikarin tecrîdê bişkînin’   Hasretê bi lêv kir ku birayê wê jî 20 sale girtiye û cezayê muebetê lê hatiye birîn û wiha bertek nîşanê pêkanînên li ser girtiyan da: “Birayê min girtiye. Dûr e em nikarin biçin hevdîtina wî. Dema em diçin jî yek bi yek me digirin hundir. Em her yek 10 deqeyan dikarin hevdîtinê bikin. Li ser girtiyan tecrîd heye. Divê tecrîd bê rakirin. Divê serokatiya me û hemû girtî bên berdan. Ez aştî û wekheviyê dixwazim. Li ser Gelê Kurd tecrîd dimeşe. Vê bandor li girtîgehan jî kiriye. Bi yekitiyê tecrîd dikare bê şikandin.”   ‘Ew jî bikin em ê dest ji doza xwe bernedin’   Rêvebera Turkozu ya Mamam a HDP’ê Esmer Temel destpêka axaftin xwe de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî silav kir û wiha nirxand: “Ez tecrîda li girtîgehan şermezar dikim. Bila tecrîda li ser Gelê Kurd bidawî be. Em vê tecrîdê qebûl nakin. Ew çi dikin bila bikin em ê ji doza xwe venegerin. Ew me bigirin jî me bikujin jî em di riya serokatiya xwe de diçin. Em li pişt gelê xwe û girtiyane. Em dest ji nasname û zimanê xwe bernadin.”   ‘Bila zilm û zext bidawî be’   Esmerê di dawiya axaftina xwe de ev tişt bi lêv kir: “Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan. Bila ev polîtîka zext û zilmê bidawî be. Divê tecrîda li ser gel rabe. Her wiha Aysel Tugluk divê hema bê berdan. Ev zexta li ser girtiyên me çiye gelo? Birayê min jî girtiye cezayê muebetê lê hatiye birîn. Dewlet ji girtiyên nexweş jî ditirse. Ji ber vê bernadin. Ew welatiyên vî welatîne. Çima bernadin. Di serî de Aysel Tugluk divê girtiyên nexweş bên berdan.”   ‘Divê tecrîd bê rakirin’   Saadet Kayran ya tevli kongreyê bibû jî daxuyakirin ku ew jinên Enqereyê tecrîdê qebûl nakin û wiha dirêjî dayê: “Gelê me û jinên me girtîne. Nayên berdan. Tecrîd her diçe giran dibe û xwe dide hîskirin. Divê tecrîd bi awayekî lez bê rakirin û girtiyên nexweş bên berdan. Girtiyên nexweş bi hincetên kêfî nayên berdan. Divê di serî de Aysel Tugluk û hemû girtiyên din bên berdan.”   ‘Girtîgeh nexweşiyan giran dike’   Xwendekar Buşra Nur Metîn  jî ku tevlî kongreyê bibû destnîşan kir ku di encama tecrîdê de zext li ser jinan ava dibe û jin vê zextê li her qada jiyanê hîs dikin û wiha dawî lê anî: “Tacîz û tecawiz di vî alî de zêde bûne. Jin nikarin dengê xwe bidin bihistin. Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan. Yên dengê xwe derdixin tên girtin. Li girtîgehan nexweşî zêde dibin. Ji ber vê divê girtiyên nexweş bên berdan.”