'Bênan û bêav jiyan dibe lê bêax jiyan nabe' 2022-04-13 09:03:36   Sîdra Mamo   ŞEHBA - Jinên navçeya Şêrewaya Efrînê bertek nîşanî ambargoyê dan û gotin: "Ji ber ambargoyê bi zehmetiyan re rûbirû dimînin, lê belê divê bê zanîn ku bênan û bêav jiyan dibe lê bê ax jiyan nabe.    Ji dema dagirkirina Kantona Efrînê û vir ve li herêmê ambargoyek hatiye dayîn. Li kantona Şehbayê û li navçeya Şêrewaya Efrînê, ji çar salan û vir ve her roj asta ambargoyê giran dikin. Bi ambargoyê re şêniyên herêmê rojane gelek astengî û zehmetiyên jiyanî re rû bi rû dimînin.    Navçeya Şêrewa ji aliyekê ve Dewleta Tirk a dagirker dorpêç kiriye, ji aliyê din ve jî Hikûmeta Şamê ve dorpêç kiriye. Ji ber vê yekê jî şêniyên herêmê ji aliyê pêdiviyên jiyanî ve astengiyan dikşînin. Her wiha ji dema destpêkirina şerê di navbera Rûsiya û Ukrayna de her ku diçe alozî zêde dibe. Ev tişt jî bandoreke mezin li ser dorpêçê dike. Têkildarî mijarê jinên navçeya Şêrewa ya herêma Efrînê ji ajansa me re axivîn û zehmetiyên jiyana xwe anîn ziman.    'Em nikarin pêdîviyên xwe peyda bikin'   Sewliye Elî ya ji gundê Birc Qasê ya Şêrewaya Efrînê behsa zehmetiyên ku li wê dere dibînin kir û got: "Ji ber ambargo û buhabûna rêjeya sûkê, şênî gelek astengiyan dikşînin. Li kêlek wê jî êrîş û hovîtiya Dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê jî hene. Ji herdu aliyan ve em dorpêçkirî ne. Ji ber ambargoya li ser me mazot tune ye, ev jî dibe sedema aloziyê ku em jiyan dikin. Niha jî em di meha Remezanê de ne, ji bo fitarê divê xarinek baş hebe, lê ji ber aloziyê em nikarin van pêdiviyan peyda bikin. Li gor zehmetî û ambargoya ku li ser me heyî jî divê bê zanîn ku em dev ji axa xwe bernadin. Ji ber ku bê nan û bê av jiyan dibe, lê bê ax jiyan nabe."   'Em nikarin debara xwe bikin'   Zekiye Elî ya ji gundê Biric Qasê ya Şêrewaya Efrînê da zanîn ku ji ber derfetên kar tune ne û rêje gelek buha bûye nikarin debara xwe bikin û wiha anî ziman: "Em li vê dere derdora me hemû dijmine. Milk û erdên me di nav destê dagikeran de mane, derfetên kar jî tune ne. Ji ber vê yekê em nikarin debara xwe bikin. Her tişt li sûkê bûha bûye ma em ê çawa debara xwe bikin, em nizanin. Lê tevî hemû astengiyan em ê ji bo Efrînê em li ber xwe bidin heya nefesa dawî."   'Ji bo vegera li ser axa xwe berxwedan dê bidome'    Henîfe Ehmed a ji gundê Beradê ya Şêrewaya Efrînê dijî derbarê zehmetiyên ku dikşîne di koçberiyê de û wiha bi lêv kir: "Li vê dere jiyan gelek zehmet e, derfetên kar li pêşya me tune ye. Dagirkeran em ji cih û warê me koçber kirin û niha jî her kes bi hemû rêbazî êrîş me dikin. Rêjeya sûkê gelekî bûha ye gihaştiya astekê ku êdî rewşa kesên dewlemend weke rewşa kesê xizan bûye ji ber koçberiyê û ambargoyê. Lê dîsa jî komîna me heya ku ji deste wan derdikeve alîkariya me dikin. Tevî rewşa zehmet em ê rêya tekoşînê berdewam bikin, em ê ji bo vegera ser axa xwe li berxwe bidin."