Li ber girtîgeha Kiriklarê 'Nobeda Edaletê' 2022-04-12 15:58:40   ÎZMÎR - Di roja 43'emîn a Nobeda Edaletê de xizmên girtiyan li ber Girtîgeha Kriklarê banga berdana girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin kirin.   Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê ku ji aliyê xizmên girtiyan ve bi armanca girtiyên nexwş û ên înfaza wan hat şewitandin bên berdan hatibû destpêkirin di roja 43'emîn de li ber Girtîgeha Kriklarê bi daxuyaniya ku dan çapemeniyê berdewam kir. Di daxuyaniyê de dirûşmên "Bijî berxwedana zindana", "Jin jiyan azadî", "Denîz Poyraz bêmirin e" hatin berzkirin. Dayika  Bayram Kaymaz ê li Girtîgeha Tîpa Fa Hejmar 2 a Kriklarê  Medîne Kaymaz û dayika Medet Sever ê li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîtpa F y Bandirmaya Bûrsayê dimîne  Hanim sever di daxuyaniyê de axivîn.    Girtî sirgûnî girtîgehên dûrî malbatan tên kirin   Medîne diyar kir ku bila girtiyên nexwseş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan û daxwaza edaletê kir, "Medîne wiha berdewam kir, "Em ji bo herkesî aştiyê dixwazin. Bila girtiyên me yên nexweş derman bikin. Ger ku derman nakin bila wan berdin û bên malên xwe. Ji vê zilmê re êdî bes e. Ev çen roj in ku em ji bo edaletê li ber deriyan disekinin." Medîne anî ziman ku bi salan e zarokên wê tên sirgûnkirin û got, "Lawê min 27 sal e di girtîgehê de ye. 2 sal in nikarim biçim wî bibînim. Gelek girtiyên ku di heman rewşê de ne hene. Êdî ji  vê zilmê re bes e."   'Em ê ji bo her kesî têkoşînê bidin'   Hanim sever jî bal kişand ser girtiyên li Girtîgeha Sîlîvriye jiyana xwe ji dest dan û got, "Em ji bo her kesî li vir in. Ji bo her kesî têkoşînê didin. Bila tecrîd bi dawî bibe. Bi ser malan de digirin û zarokên me binçav dikin. Kes tu tiştî nabêje. Ez bang li Wezîrê Edaletê dikim. Kêr gihştiye hestî. Em vê zilmê nema qebûl dikin. Li Tirkiyeyê edalet tune ye."