Xizmên girtiyan: Êdî bes e bila girtîgeh nebin malên mirinê 2022-04-12 15:17:30     AMED - Xizmên girtiyan ên ku li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê hatin gel hev bal kişandin ser 2 girtiyên ku li Girtîgeha Sîlîvriyê jiyana xwe ji dest dan û gotin, "Êdî bes e, bila girtîeh nebin malên mirinê."   Xizmên girtiyan ku li Amedê ji bo girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitanin bên berdan 148 roj e "Nobeda Edaletê" dane destpêkirin îro li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê daxuyanî dan.  Ji xizmên girtiyan Încî Guler, Reşahat Ada, Herdem Mervanî, Nazîme Boltan tevli daxuyaniyê bûn û ji bo piştgiriyê bidin malbatan  Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED), Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya  Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED DER) ,Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) û Partiya Herêmên Demokratîk jî di daxuyaniyê de cih girtin.    Lê polîsan tenê ji bo rêvebir û hevserokên bajêr destûr da lê rêvebirin saziyan hatin astengkirin.    'Girtiyên me li hemberî me bi kar neynin'   Ji xizma girtiyan Herdem Mervanî, diyar kir ku ew her roj bi agahiyeke bi êş hişar dibin û got ku ev zilmeke mezin e. Herdem bal kişand ser bûyerên li Girtîgeha Sîlîvriyê ku di encamê de 2 girtiyan jiyana xwe ji dest da jî û got, "Em sersaxiyê ji malbatên girtiyên ku jiyana xwe ji det dan re dixwzin. Fikra wan çi dibe bila bibe. Girtiyên ku li zindanan jiyana xwe ji dest didin dilê me diêşîn.  Bil tu kes ji ber fikrên xwe neyê girtin. Girtiyên me li hemberî me bi kar neynin."   'Bila partiyên siyasî piştgiriya me bikin'   Reşahat Ada jî got ku Meha Remezanê meheke pîroz e û ev tişt got, "Dibêjin ev meha pîroz û bereketê yeç. Em jî bi minasebeta vê mehê bang li Wezîrê Edaelêtê dikin ku pîroziya vê mehê li ber çavan bigire û zarokên me serbest berde. Em dayik êdî nema dixwazin êşê bikişînin. Em ji telefona ku lêdide ditirsin. Bila partiyên siyasî piştgiriya me bikin."