Jina 50 salî ji polîsan lêdan xwar 2022-04-12 14:06:18     ŞIRNEX - Li Cizîrê di serdegirtina malan de Behiye Dalmiş a 50 salî, ji polîsan lêdan xwar.    Polîsan duh di saetên serê sibê de bi ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîrê de girtibûn. Her wiha polîsan bi ser gelek malan de jî girt, derî û pace şikandin û 9 kesan kirin binçavan.    Bi serdegirtina malan de dayika Burhan Dalmiş ê ku hat binçavkirin Behiye Dalmiş a 50 salî ji polîsan lêdan xwar.    Kesên ku hatin binçavkirin navên wan wiha ye: Dayika Yasemîn Çikmaz a ku di dema qedexeya detketina derve de hat qetilkirin Esmer Çikmaz, Hevserokê HDP yê Cizîrê Mesût Nart, rêveberên HDP’ê yên navçeyê Zeliha Yardak, Osman Kuçuk, Marûf Erîş, Şerîf Elçeoglû, Burhan Dalmiş, Ahmet Benzer û Alî Ogur.   Sedema binçavkirina ku nehat zanîn. Kesên ku hatine binçavkirin li Midûriyeta Polîsan a Şirnexê tên sekinandin. Her wiha biryara qedexeya hevdîtina parêzeran a 24 saetan hat dayîn.