Zuleyha Gulum: Îdianame ne hiqûqiye metneke siyasiye 2022-04-12 09:07:05     Dîlan Babat   ENQERE - Zuleyha Gulum der barê îdianameya ji bo girtina partiya wan hatiye amadekirind e axivî û got îdianame ji bo xurtkirina patrîarkaye. Zuleyhayê diyar kir ku wek meclîsa jinan di amadekariyeke parastinê de ne û di parastinê de jî wê vebêjin ku têkoşîna jinê nikare bê darizandin.   Serdozgeriya komarê ya dadgeriyê der barê HDP’ê de doza girtinê vekir û di 21’ê hezîrana 2021’ê de ji aliyê Dadgeha Destura Bingehîn ve hat qebûlkirin. Ji bo parastina yekem heta 7’ê îlonê dem dan partiyê û li ser daxwaza partiyê du mehên din jî hat dirêjkirin.  Parastina pêş ya ji aliyê komîsyona ji 11 kesî pêk tê ya ku serokatiya wê Cigirê hevserokatiya mafê mirovan û hiqûqê yê HDP’ê Umît Dede kir, di 5’ê Mijdara 2021’ê pêşkêşî DDB’ê hatibû kirin.   parastina der barê esasê de ya ji aliyê Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê ve hatiye amadekirin jî wê di 21’ê nîsana 2022’an de pêşkêşî DDB’ê bê kirin.   Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum der barê doza girtinê ya partiya wan de amadekariyên xwe û parastina der barê têkoşîna jinê de amade kirine de axivî.   ‘Tê wateya pêkanîna cezakirinê’   Zuleyhayê destpêka axaftina xwe de bi lêv kir ku doza girtinê bi dijhiqûqiyan tijeye, di îdianameyê de ligel girtina partiyê ji bo 450 kesî qedexeya siyasetê tê xwestin û got: “Ji bo her kesê ku qedexeya siyasî tê xwestin divê îdia bihata teblîgkirin û parastin bihatan agirtin. Ewilî yek bi yek îdianame teblîg nekirin. Piştre li ser îtîrazan yek bi yek teblîg kirin. Lê hema piştî wê  mehek dema wan tije nebibû dosya şandin û mutaala dan. Em niha di asta ku bersiv bidin mutalayê de ne. 60 roj dem dane û di wê pêvajoyê de wê bersiv bê dayîn. Ji bo kesan yek bi yek daxwazkirina qedexeya siyasî tê wateya pêkanîna cezakirinê. Ji bo vê jî teqez mafê kesan yê parastinê heye. Li ser israran teblîgat hat kirin.”   ‘Ne pêkane dosya bi pêvajoya hiqûqî bê vegotin’   Zuleyhayê destnîşan kir ku di dosya girtinê de mafê parastinê hatiye tunekirin û  wiha berdewam kir: “Di 21’ê Nîsanê de wê parastin bê dayîn.  Hevserokên giştî yên partiyê an jî kesên vekalet ji bo wan hatiye dayîn wê bi gotinî parastinê bikkin. Piştre jî wê dosya bê lêkolînkirin ji bo kesên pêwist bên şandin. Di alî dosyayê de bi pêvajoya hiqûqî vegotin ne pêkane. Ev dozeke siyasiye. Doza girtinê, daxwazkirina qedexeya siyasî yek ji parçeyên êrîşa desthilatdariyê ya li hember HDP’ê ye. Doza Kobanê ya niha berdewam dike jî yek ji vê ye. Ne tenê ev, doza girtina hemû faliyetên me yên siyasî ne.”   ‘Ne hiqûqiye, metnek siyasiye’   Zuleyhayê daxuyand ku doza tenê ne li hember HDP’ê ye li hember îradeya mîlyonan kesiye û ev nirxandin kir: “Dema partiyek bê girtin tenê kesayeta tuzel nayê girtin îradeya mîlyonan tê tunekirin. Darbeyek li hember daxwazên gel e. Pêvajoyek wek ya doza Kobanê mijara gotinê ye. Di alî hiqûqî de gelek aliyên bên nîqaşkirin hene. Îdianame ne hiqûqiye, siyasî ye.  Demên ewil îdianameyek hat amadekirin. Ew şûnde hat kişandin û ji nûve hat sazkirin. Ji ber bi lez amadekirin. Îdianame  ne hiqûqiye û metnek siyasiye.”   ‘Ji jiyana nû nerehet bûn’   Zuleyhayê destnîşan kir ku desthilatdariya ku nikaribû HDP’ê krîmînalîze û bêdeng bike îdianameyek wisa amade kiriye û HDP’ê siyaseta Tirkiyeyê gîhandiye nokteyek girîn, niha hevsengiyan diyar dike û wiha  balkişand ser: “HDP di nokteyeke ku pêşeroja Tirkiyeyê diyar dike de ye. Ji ber nirxên diparêze rêgezên jiyaneke nû ya ku hemû aliyên civakê diparêze, esas digire. Ji ber ev jiyana nû wan nerehet dike, zext û êrîşan dimeşînin û hewl didin partiyê bi giştî bigirin.”   ‘Divê ev doz li hember hemû muxalefetê bê dîtin’   Zuleyhayê balkişand ser hilbijartinan û di vê mijarê de jî wiha dirêjî dayê: “Ber bi hilbijartinan encamkirina doza girtinê qet jî ne tesadufe. Di hilbijartinan wê rola HDP’ê dîsa hebe. Desthilatdarî jî di nokteya windakirinê de ye. Desthilatdariyê bi fikara vê doza girtinê li HDP’ê vekiriye. Desthilatdarî demek dirêje hiqûqê wek alava xwe bikar tîne. Daraz bûye alava desthilatdariyê. Daraz bi talîmatan tevdigere, darazek serbixwe tune. Desthilatdarî bê çi wê dike. Desthilatdarî bi riya darazê hewl dide muxalefetê bêdeng bike. Ji ber vê jî ev êrîş tenê li hember partiya me nîne. Li hember hemû muxalefetê ye.”   ‘Îdianame li hember têkoşîna azadiya jinê ye’   Zuleyhayê di berdewamiyê de wiha nirxandin kir: “Der barê dozê de ekîbên me yên hiqûqnas hene û bi giştî parastinan amade dikin. Ekîbek parastinê jinê jî heye. Meclîsa jinên jî parastinê amade dike. Me bersiva xwe wiha amde kir; ‘Gelo hûn çi digirin? Derdê we çiye? Me hinek ev vegot. Me çarçoveyek polîtîk ava kir ji ber ku îdianame bixwe polîtîke. Em îdianameyê wisa dibînin; îdianameya xurtkirina serdestiya mêr û patrîarkayê ye. Êrîşa li hember HDP’ê di heman demê de li hember têkoşîna azadiya jinê ye. Parçeyek êrîşên li hember destkeftiya jinê ye.  Îdianame êrîşê têkoşîna azadiya jinê dike.   Hevserokatî, nûneriya wekhev, pêvajoya dîrokî...   Zuleyha, da zanîn ku her çiqas hedefa êrîşan HDP bê xuyakirin jî di esasê de êrîşek li hember hevserokatî û destkeftiyên jinane û got: "Yek ji sernavên me pergala hevserokatiyê ye, pêvajoya dîrokî ya têkoşîna azadiya jinê bû. Têkoşîna jinê ya li Tirkiye, Kurdistan û hemû cîhanê pêş dikeve, bi HDP’ê di çarçoveya rêxistin û nûneriya wekhev de bi awayekî xurt dertê pêş. Pêvajoyeke me ya ku em bersiva van êrîşan bidin wê hebe. Qadên ku qeyûman ewil hedef girtin saziyên jinan û pergala hevserokatiyê bû. Êrîşê her cureyê zemînên jinan kiribûn. Armanca vê îdianameyê jî eve ku  ev bû jinan ji hemû qadan vekişînin. Têkoşîna jinan a li dijî DAIŞ’ê di îdianameyê de cih girtiye. Li ser vê hewl didin jinan bidarizînin. Jinan mafên xwe bi têkoşînê bidest xistine. Me hemû maf bi têkoşîne bidest xistin.e Niyeta me tune ku em mafên xwe bidin tu kesî.”   ‘HDP partiya mîlyonan e’   Zuleyhayê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku desthilatdarî roj bi roj winda dike û ji ber vê jî qanûna hilbijartinê derdixe û wiha dawî lê anî: “Desthilatdarî jî dizane ku wê winda bike. Ji ber vê qanûna hilbijartinê tînin. Bi mîlyonan gotina xwe ji bo desthilatdariyê gotiye. Lê desthilatdarî hewl dide partiyê bigire. Di dîrokê de gelek caran partî hat girtin lê yên nû hatin avakirin. Em bi îradeya gel tevdigerin. Ji ber ku ev der îradeya mîlyonan e. HDP tenê ji 450 kesî pêk nayê. Bi mîlyonan kesên cihê 450 kesî tije bikin hene.”