ROJEVA 12'YÊ NÎSANA 2022'YAN 2022-04-12 09:00:00     * Şêwekar Hêlîn Ehmed Ebas, diyar kir ku zarokên ku ji şer bi bandorbûyî bi xêzkirina wêneyan hest û ramanê xwe tînin ziman û got: "Zarok hem bi xêzkirinê bandora şer tînin ziman û hem jî xewn û xeyalên xwe tînin ziman." BI DÎMEN    *Qeyarana aborî ku her diçe civakê dide zorê ji ber buhayê zêde êdî welatî nema dikiran pêdiviya xwe ya herî bingehîn a axurekê; nan jî bistînin. Jinên ku ji bo nanê sar û hinekî jî buhayê wî kêm bi saetan di dorê de dimînin gotin, " Hikûmet dibêje 'em pirsgirêkan  çareser dikin'.  Lê her ku diçe rewş xirabtir dibe û tu çareserî nayê kirin." DÎMEN HEYE   *Piştevaniya Mor ku xwe amade dike li Îzmîrê du komeleyan veke, derbarê mijarê de Buşra Yeşîlbaş axivî û got: "Hedefa me ev e ku jinên dernakevin derve, di komeleyê de bên gel hev û wir ayîdê xwe bibînin." BI DÎMEN   *Siyasetmedarên jin bertek nîşanî serdagirtina avahiya HDP'ê ya Cizîrê dan û gotin: “Îqtîdar bêtehemûliya xwe ya li hemberê Newrozê duh di serdagirtina avahiya partiyê de nîşan da. Kurd çawa duh li ber xwe da dê îro jî li ber xwe dide.” BI DÎMEN    *Zuleyha Gulum der barê îdianameya ji bo girtina partiya wan hatiye amadekirind e axivî û got îdianame ji bo xurtkirina patrîarkaye. Zuleyhayê diyar kir ku wek meclîsa jinan di amadekariyeke parastinê de ne û di parastinê de jî wê vebêjin ku têkoşîna jinê nikare bê darizandin. BI DÎMEN    *Dadgeha Cezaya Giran a Bursayê îtîraza Buroya Hiqûqê ya Asrinê red kir û biryara Dadgeriya Înfazê li gorî qanûn û usulê dît. Serlêdana din ya bi daxwaza mînaka dosya dîsîplîn û rakirina cezayê dîsîplînê bê rakirin, li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê hatibû kirin jî bi hinceta teqezbûna cezayê dîsîplîn û ewlehiya cemawerî hat redkirin.   *Binpêkirinên mafan yên li girtîgehan her diçin zêde dibin û girtiyan surgunê bajarên ji malbatên wan dûr. Mehsîma Yaşar ya ku du zarokên wê surgunê bajarên bi kîlometreyan dûr kirin, diyar kirin ku bi surgunan dixwazin malbatan ceza bikin, lê wê serî li dijî zilmê netewînin. BI DÎMEN