Beriya danişîna doza Pinar Gultekîn daxuyanî: Em edaleta rasteqîn dixwazin 2022-04-11 15:51:55   MUGLA - Jinan beriya danişîna biryarê ya doza derbarê kujerên Pinar Gultekîn de daxuyaniyek dan û diyar kirin ku ne edaleta mêr edaleta rasteqîn dixwazin.    Xwendekara Zanîngeha Muglayê Pinar Gultekîn ji aliyê Cemal Metîn Avci û hevalbendê wî ve hatibû qetilkirin. Danişîna biryarê ya doza derbarê kujeran de hatiye vekirin li Dadgeha Cezayê Giran a 3’yemîn a Muglayê tê lidarxistin. Rêxistinên jinan beriya danişîn were lidarxistin, li Meydana Sinirsizlik a Muglayê daxuyanî dan. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek jin, Şefîka Gultekîn a dayika Pinarê û Fehîme Poyraz a dayika Denîz Poyraz tevli daxuyaniyê bûn.     Endama Pîrelkên Kampûsê Eda Korkmaz li ser navê jinan daxuyaniya hevpar da û destnîşan kir ku daraza nêrzayî bi biryarên ku dide hêzê dide kujeran. Korkmaz da zanîn ku ew ê hesabê hemû jinên hatine qetilkirin bipirsin.     Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî di daxuyaniyê de axivî û destnîşan kir ku kuştina jinan êdî gihîştiye asta qirkirina jinan û ji bo ku kujer Metîn Avci û kujerên din ên jinan cezayên giran bigirin dê têbikoşin.    Pişt re jin ji vê qadê ber bi avahiya Edliya Muglayê ve dest bi meşê kirin. Polîsan pêşiya jinan birî. Jinan dirûş berz kirin û xwestin bimeşin. Lê vê yekê rê li rageşya di navbera jinan û polîsan de vekir û dayika Pinarê, Şefîka Guldîken di vê kêliyê de ji ser hişê xwe çû. Şefîka Gultekîn bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê. Pişt re jinan meşa xwe dewam kir û heta ber edliyê çûn.    Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay û nûnerên rêxistinên jinan jî derbarê dozê de axivîn û nêrînên xwe anîn ziman. Bi du daxuyaniyê re jin derbasî ewyana danişînê bûn.