Polîsan bi ser avahiya HDP'ê ya Cizîrê de girt 2022-04-11 08:56:44     ŞIRNEX - Di saetên serê sibehê de polîs bi ser avahiya HDP'ê ya navçeya Cizîrê ve girt û lêgerîn hîn berdewam dike.   Di saetên serê sibehê de polîsan bi ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Cizîra Şirnexê ve girt. Li avahiya HDP'ê lêgerîn hêj berdewam dike.    Her wiha polîs bi ser gelek malan de jî girt. Di serdegirtina malan de Esmer Çikmaz, Hevserokê HDP'ê yê Cizîrê Mesut Nart, Maruf Erîş û Osman Kuçuk hat binçavkirin.    Sedema binçavkirinan nehat zanîn, kesên hatin binçankirin birin Midûriyeta Polîsan a Cizîrê.    Hat diyarkirin ku hejmara binçavkirinan dê zêde bibe.