‘Em ê heta dawiyê li dijî tecrîdê têbikoşin’ 2022-04-10 09:03:05     COLEMÊRG - Hevseroka navçeya navendî ya Colemêrgê Sînem Seven bertek nîşanî polîtîkayên tecrîdê yên li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyan da û got ji bo tecrîd bi dawî bibe jin wê heta dawiyê têbikoşin.   Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome. Serlêdanên parêzer û malbatan ên ji bo hevdîtinê tên redkirin. Li aliyê din  jî polîtîkaya tecrîdê bandorê li ser hemû girtîgehan kiriye. Binpêkirinên mafan ên li ser girtiyên nexweş jî didomin û daxwazên wan bê bersiv dimînin.    Hevsroka navçeya navendî ya Colemêrgê Sînem Seven der barê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyan de nirxandin kir.   ‘Bi pandemiyê re binpêkirin zêde bûn’   Sînem Seven destnîşan kir ku binpêkirinên mafan roj bi roj zêde dibin û girtiyên nexweş bi awayekî baş nayên dermankirin, pandemiyê dikin hincet û mafên dermankirina girtiyan asteng dikin. Sînemê wiha dirêjî dayê: “Girtiyên dibin nexweşxaneyê bi kelepçeyê derman dikin. Girtî li dijî vê dertên, qebûl nakin û şûnde tên girtîgehê. Dema ji nexweşxaneyê vedigerin 20-25 rojan dikin qawişên karantînayê. Binpêkirinên mafan bi pandemiyê re zêde bûn. Di pandemiyê de hevdîtinên malbat û parêzeran hatin astengkirin. Girtiyan surgunê cihên dûr ên ji malbatên wan dikin.”   ‘Girtî terkî mirinê tên kirin’   Sînemê daxuyand ku ji salên 90’î heta niha zext û zilma li girtîgehan didome û ji paşerojê heta îro hem şîdeta fîzîkî hem a psîkolojîk li ser girtiyan pêk tê. Sînemê ev nirxandin kir: “Li girtîgehan binpêkirina mafan roj bi roj mezin dibe. Her meh li girtîgehan mirin tên jiyîn. Gelek mirinan di bin navê krîza dil de nîşan didin. Encamên otopsiyê jî rastiyan nîşan nade. Di demên dawî de otopsiyên tên kirin an jî raporên ji bo girtiyên nexweş tên dayîn bi sedemên siyasî tên dayîn. Bi talîmata desthilatdariyê raporên dikare girtî bimînin didin girtiyên nexweş. Girtiyan terkî mirinê dikin. Girtiyên jiyana xwe ji dest didin jî wesayît û darbestê nadên. Ji bo wan tenê kurdbûna me têrî her tiştî dike. Li miriyan îşkenceyê dikin, êrîşê goran dikin.”   ‘Bi serokatiyê re gelê kurd jî di bin tecrîdê de ye’   Sînemê bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha  dawî lê anî: “Tecrîd li ser hemû girtîgehan û gelê kurd pêk tê. Desthilatdarî baş dizane ku bandora Birêz Ocalan li ser gelê kurd mezin e. Di vê rewşê de tecrîdkirina Birêz Ocalan tê wateya tecrîdkirina gelê kurd. Ev salek zêde ye tu agahî ji Birêz Ocalan nayê girtin. Hevdîtin hatine qedexekirin. AKP-MHP baş dizane ku gelê kurd li yek gotinek serokatiya xwe dinêre. Ji ber vê hevdîtinan asteng dike. Bi rakirina tecrîda li ser serokatiyê wê tecrîda li girtîgehan û li ser gelê kurd jî rabe.”   Sînemê  her wiha anî ziman ku ji bo tecrîd bi dawî bibe wê heta dawiyê têbikoşin.