ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2022'YAN 2022-04-10 09:00:00     * Jinên Amedê bi hatina biharê re li deverên şîn dicivin û ji bo xwarinê pincar kom dikin. Saadiya Îtmez a li ber dîwarên Sûrê tolikê kom dike, ji bihabûna xurekan gilî dike û dibêje:"Tolik xwarina feqîran e. Em jî bi vê xwarina xizanan re hewl didin ku xwarina danekî derbixin." DÎMEN HEYE   *Hevseroka navçeya navendî ya Colemêrgê Sînem Seven bertek nîşanî polîtîkayên tecrîdê yên li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyan da û got ji bo tecrîd bi dawî bibe jin wê heta dawiyê têbikoşin. DÎMEN HEYE   *Aysel Tugluk ku teşîsa demansê lê hat kirin û nexweşa giranv e hevpîşeyên wê çûn serdana wê û diyar kirin ku nexweşiya wê pêş ketiye, di axaftin û meşê de zehmetiyan dikşîne û kesan nas nake. BI DÎMEN