Li Helebê li dijî dorpêçê meş hat lidarxistin 2022-04-09 15:34:59   HELEB - Welatiyên li dijî dorpêçkirina taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê meşiyan wiha gotin:"Bi van siyasetan dixwazin dawiya me bînin lê em paşve venagerin."    Ev demeke rejîma Sûriyeyê taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê dorpêç kiriye. Her diçe dorpêçê giran dike û êdî nahêle pêdiviyên jiyanî yên weke ard jî biçin hundirê taxan. Welatiyên Helebê li hemberî vê yekê bi dirûşma “Na ji dorpêça li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê re”, “Na ji siyaseta birçîbûnê re” û “Bijî berxwedana gelê azad” meşek girseyî bi beşdariya endamên sazî û dezgehên sivîl û partiyên siyasî li dar xistin. Meş ji pêşiya jêrzemîna Yasîn dest pê kir heya pêşiya bendên kontrolê ya bi navê Cizîrê dewam kir. Li ser navê welatiyên taxa Şêx Meqsû û Eşrefiyê Elî Hesen axivî.   'Em paşve venagerin'   Elî Hesen da zanîn ku ew ê li dijî lîstokan li berxwe bidin û wiha got: "Ne ji berxwedana taxa Şêx Meqsûd ba niha Heleb hemû di bin destên çeteyan de bû. Yên ku destûr nedan kela Helebê bikeve berxwedana gelê taxa Şêx Meqsûdê bû. Taxa Şêx Meqsûd mînaka şerê gelê şoreşger e. Ev ewqas sal e taxên me di bin dorpêçkirinê de ye. Ji bo ku Heleb nekeve me ewqas şehîd da. Em li ser riya xwe venagerin. Bi van siyasetan dixwazin dawiya me bînin lê em paşve venagerin. Em şerê navxweyî naxwazin. Bi vê siyasetê dide nîşandan ku tu ferqa wan ji DAIŞ'yan nîne. Em ê li hemberî van lîstokan li berxwe bidin û tu carî çok li ber wan daneynin. Bila her kes li berxwedana vî gelî meyze bikin û bila ji wan re bibe mînak ne ew tax e ku serî ji van re dayne."   Meş bi dirûşma “Bijî berxwedana Şêx Meqsûdê” bi dawî bû.