Bi destên kelepçekirî tundî li girtiyan hat kirin 2022-04-09 11:11:55   AGIRÎ - Zextên li girtîgehan didomin. Vê carê jî li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê, gardiyanan li 3 girtiyan xistin. Hat ragihandin ku bi lêxistina gardiyanan milên du girtiyan şikiyane û li serê wan şopên lêdanê çêbûne.   Li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê, gardiyanan li girtiyên bi navê Bîlal Babahan, Vedat Kalin û Ferît Kaşçi dan. Malbatên girtiyan ku çûn hevdîtina wan, ragihandin ku gardiyanan destê wan bi pişt ve kelemçe kiriye û li wan dane. Malbatan, ragihand ku ji ber lêdana gardiyanan milên 2 girtiyan şikiyaye û di serê wan de şopên lêdanê çêbûne.