ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2022'YAN 2022-04-09 09:00:00   "Ev hezkirin û kelecana 4’ê Nîsanê jî çavkaniya xwe ji vêderê digire. Dema ku mirov pirsa 4’ê Nîsanê ji bo te tê çi wateyê, raberî zarokan dike, bi gelemperî bersiva 4’ê Nîsanê rojbûna me ye, zayîna Gelê Kurd e tê dayîn. Ew kêyfxweşî û kelecana li ser rûyên zarokan hêviyên serkeftina pêşerojê di dilê mirov de mezin dike." JI PÊNÛSA JINAN   *Cîgira serokatiya giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan da zanîn ku qanûna hilbijartinê bi armanca pêşîgirtina siyasetmedarên kurd hatiye kirin û got: “Desthilatdariyê qanûna tifaqê bixwe derxistibe jî dibîne ku hêzên mutefîk ên li hember wan tehdîdek e û bi sererastkirinên qanûnan dixwaze pêşiya tifaqan bigire.” DÎMEN HEYE   *Hevseroka DAD’ê Kadriye Dogan got dewlet bi nêzîkatiya tolgirtinê nêzî Aysel Tugluk dibe û got divê elewî tiştên li Ayselê tên kirin baş bixwîne û got: “Em di noktyeke ku hebûna me bi tu awayî nayê qebûlkirin û daxwazên me nayên cih de ne.” BI DÎMEN    *Prof. Dr. Emîne Beyza Ustun da zanîn ku bi zêdebûna krîza akolojîst re gelek tiştên ku tune dibin hene û ev tiştên tune dibin belkî jî hişê dîrokî ji holê radike û got: “Pergal dixwaze li ser erdnîgariya Kurdistanê serdest be û birêve bibe. Em tenê bi berxwedanê sînor nemînin. Em ê vê pergalê biguherin.” BI DÎMEN