Nobeda Edaletê ya Îzmîrê di roja 41'emîn de ye 2022-04-08 15:33:45     ÎZMÎR - Hevserokên HDP'ê yên çûn serdana Nobeda Edaletê bal kişandin ser mafdariya çalakiya xizmên girtiyan û daxwaz kirin ku rastiya mirina bi guman a Mehmet Sevinç ê li Girtîgeha Akhisarê dihat girtin, derkeve holê.    Xizmên girtiyên nexweş û înfaza wan hatine şewitandin ji bo bên berdan li Baroya Îzmîrê dest bi nobeda edaletê kiribûn. Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan di roja 41'emîn de didome. Îro rêxistinên navçeyên Çeşme û Urlayê yên HDP'ê hatin serdana nobedê.    Dayika Medet Sever ê li Girtîgeha F-1 a Bandirmaya Balikesîrê tê girtin Hanim Sever got heta zext neqede wê têkoşîna wan jî neqede.    Hevseroka HDP'ê ya navçeya Çeşmeyê Menekşe Ecer da zanîn divê mirov li nirxên xwe yên mirovatiyê bi bîr bixin û got divê her kes xwedî li serhildana malbatên girtiyan xwedî derkevin.    ‘Mehmet Sevinç’in ölümü üzerindeki şüpheler ortaya çıkarılsın’   Hevseroka HDP'ê ya Urlayê Nuran Erkek jî bal kişand ser mirina bi guman a Mehmet Sevinç û got divê li ser gumanên mirinê bê sekinandin.