Arteşa Iraqê meşa li Şengalê asteng kir 2022-04-08 15:27:31     NAVENDA NÛÇEYAN - Xelkê Şengalê li dijî hewldana hikûmeta Iraqê ya dorpêçkirin û çêkirina dîwaran xwestin meşek li dar bixin lê Arteşa Iraqê hewl dide ku meşê asteng bike.    Hikûmeta Iraqê ji bo zext û dorpêçkirina li ser Şengalê girantir bike, serî li rê û rêbazên nû dide. Ev nêzî meheke artêşa Iraqê ketiye nav hewldaneke nû. Iraq di navbera Rojavayê Kurdistanê û Şengalê de dîwar çêdike.   Li dijî polîtîkayên hikûmeta Iraqê xelkê Şengalê îro meşek girseyî li dar dixe. Bi sedan kesên li Komelgeha Xanesor û Sinunê kombûn, berê xwe dan baregeha artêşa Iraqê ya li Tirbika ku nêzî sînore.   Lê artêşa Iraqê bi hêzeke mezin rê li ber girseya gel girtiye û nahêle girse bimeşe. Tevî artêşa Iraqê hatibû agahdarkirin, lê dîsan bi hinceta ku agahiya wan ji meşê nîne, rê li ber girseya gel girt.   Her wiha li gorî agahiyan gelek şêniyên ereb ên ku xwestine tevlî meşê bibin, ji aliyê hêzên Iraqê ve gef li wan hatiye xwarin da ku tevlî meşê nebin.   Di van kêliyan de aloziya li herêmê dewam dike, hevdîtin tên kirin lê heya niha tu encamek derneketiye.