Nûray Turkmen: Sedema mirinên zarokan polîtîkayên şer in 2022-04-08 09:06:22   Dîlan Babat   ENQERE - Hevberdevka Komîsyona Zarokan a HDP’ê Nûray Turkmen da zanîn ku sedema mirinên zarokên li bajarên kurdan polîtîkayên şer in û got mevzuatên der barê zarokan de pêşî li mirinan nagire.   Li bajarên Bakurê Kurdistanê bi OHAL’ê re dixwazin pêkanînên şerê taybet jî mayinde bibin. Mayînên li axa herêmê tên bicihkirin, wesayîtên zirxî, qereqol û kalekol rûyê tê dîtin yê vê polîtîkayê ye. Berdêla herî giran a van polîtîkayan jî zarok didin. Li gorî ÎHD’ê ji 2008’an heta niha herî kêm 92 bûyerên ku wesayîtên zirxî tevli bûne hatine jiyîn. Di bûyeran de 52 kes birîndar bûn 20 jê zarok herî kêm 40 kes hatin qetilkirin. Her wiha der barê bûyeran de lêpirsînek bi bandor nehat meşandin û gumanbar hatin xelatkirin.   Mînaka dawî di 2019’an de li Amedê hat jiyîn. Polîs Îdrîs Aksoy bi wesayîta zirxî Efe Tektekîn qetil kir û ji doza dihat darizandin hat berdan. Beriya vê mînaka bêcezahiştinê di 24’ê de li Rihayê li navçeya Eyyubiyeyê li herêma ku polîsê tevgera taybet talîmata avêtinê dikir, Muharrem Aksem ê 16 salî hat qetilkirin.   Hevberdevka Komîsyona Zarokan a HDP’ê Nûray Tukmen der barê qetilkirina zarokan a li herêmê û polîtîkaya bêcezahiştinê de nirxandin kir.   ‘Hebûna zarokan nayê qebûlkirin’   Nûrayê diyar kir ku li Tirkiyeyê hebûna zarokan nayê qebûlkirin û li dijî vê serjimara zarokan nêzî 23 mîlyonî ye û ev tişt anî ziman: “Di vê qadê de gelek pirsgirêk hene. Bi binpêkirina mafê zarokan re li qada zarokan pirsgirêk tên jiyîn. Em piranî ji yên di rayagiştî de dertê pêş dibînin. Di vê krîza li welat de em bi pirkrîzbûna zarok dijîn re jî rû bi rûne. Ya yekem polîtîkaya şer e. Pirsgirêkên penaberî, xizanî, şîdet, îstîsmar, binpêkirin, asîmîlasyon û newekheviyê hene. Li welat heta tên mafê zarokan hebûna wan nayê qebûlkirin. Ji pirsgirêka polîtîk wêdetir pirsgirêkek persepektîf a cidî ya li hember zarokan heye.”   ‘Li bajarên kurdan polîtîkayên şer didomin’   Nûrayê bi lêv kir ku li navçeya Eyyubiye ya Rihayê Muharrem Aksem ê 16 salî hatiye qetilkirin û wiha daxuyand: “Cihê ku Muharrem lê bû, qada talîma avêtinê ye. Di lêkolîna me ya herêmê de gotin ku ji bo ev qad ji statuya talîma avêtinê bê derxistin bi salan serlêdan hatiye kirin. Di esasê de qad mêrgek e. Li gund zarok diçin mêrgê, sewalan diçêrînin dema lîstikan dilîzin jî bi mayînên raste rast hatine bicihkirin jiyana xwe ji dest didin an jî astengdar dimînin. Li bajarên kurdan polîtîkayên şer li pêş jiyana zarokan astengî ye.”   Polîtîkaya şer sedema mirina zarokan e   Nûrayê destnîşan kir ku sedema mirina zarok û mezinan israra di neçareseriya pirsgirêka kurd de ye û ev tişt bi lêv kir: “Muharrem Aksem nû ye lê beriya Muharrem zarokên wekî Ceylan Onkol, Ugur Kaymaz hatin qetilkirin. Lê li gorî raporên dawî yên hatine parvekirin yekane sedema mirinên zarokan polîtîkayên şer in. Efe Tektekîn ê 5 salî di encama lêketina wesayîta zirxî de jiyana xwe ji dest da û polîsê gumanbar berat kir. Bavê Efe bi qusur tê dîtin.”   ‘Mevzuat li pêş mirina zarokan ne asteng e’   Nûrayê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku mevzuata ji bo ku zarok di encama teqînan de jiyana xwe ji dest nedin, ne çare ye û ev tişt anî ziman: “Parastina jiyana zarokan em dikarin bêjin ku di encama polîtîka dewletê ya hatiye rakirin de pêk tê. Bi pêkhatina mevzuatê ev pirsgirêk nayê çareserkirin. Komîsyona Mafê Zarokan a Meclîsê nakeve tevgerê. Komîsyonên meclîsê cihên ku polîtîkaya dewletê lê tê axaftin û li gorî wê rojev tê diyarkirinê ye. Yanî em behsa polîtîkayeke ku ji bo hemû zarokan gotina xwe dibêje û civakê wek kirde qebûl dike, dikin. Lê dewlet bixwe zarokan wek kirdeya civakî qebûl nake. Zarokan tenê di 23’yê Nîsanê de li ser kursiyan didin rûniştandin û ev nayê wateya ku zarok xwedî wê gotinê ne. Polîtîkayeke dewletê ya ku zarokan wek kesên ji malbatê dibîne heye. Divê ne modern ne kevneşopî nêzî zarokan bibin. Di vî alî de nêzîkatiya rêya sêyem pêkan e. Wê ev ji bo azadbûna welat û hemû zarokan gavek girîng be.   ‘Em ê têbikoşin’   Nûrayê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew wek Komîsyona Zarokan a HDP’ê ji bo ku Komîsyona Mafê Zarokan a girêdayê Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê pêk bê û pirsgirêk bên çareserkirin û civîn pêk bên hewl didin û wiha dawî lê anî: “Em der barê çend xalên Peymana Mafê Zarokan a NY’ê de pêşnûme qanûnekê amade dikin. Heta niha gelek pêşnûme hatin dayîn. Em wek komîsyona zarokan ne tenê li meclîsê li derve jî ji bo avabûna perspektîfa zarokan dixebitin. Em bi saziyên zarokan re tên gel hev. Xebatên me yên der barê mafê jiyana zarokan de didomin.”   Hinek zarokên di encama lêketina wesayîtên zirxî û mayînan de jiyana xwe ji dest dane wiha ne:    21’ê Mijdara 2004’an: Li Qoserê ya Mêrdînê Ugur Kaymaz ê 12 salî û bavê wî ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin.   31’ê Tebaxa 2008’an: Li ser cadeya Amedê ya Êlihê di dema rapêşiya konvoya maşîneyên zirxî de, maşîneyekê li Adnan Enûk (11) da. Di bûyerê de Adnan giran birîndar bû, derbarê leşker de lêpirsîn hat vekirin û bi biryara bêşopandinê ve bi encam bû.   29’ê Nîsana 2009'an: Maziye Aslan (7) a ku dema li ser rêya Colemêrgê dimeşiya di bin maşîneya polîsên hêzên taybet de ma û jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê ji polîsên hêzên taybet yek hat girtin.   28’ê îlona 2009’an: Li gundê Şenlîkê yê Licê ya Amedê Ceylan Onkol a 12 salî ku pez diçêrand di encama teqînek ku çavkaniya wê ne diyar de jiyana xwe ji dest da.   4’ê Hezîrana 2010'an: Li Şirnexê Dîren Basan (10) di bin maşîneya zirxî ya akrep de ma û jiyana xwe ji dest da. Derbarê polîsê ku Dîrenê kuşt de û lêpirsîna ku hat vekirin de jî biryara bêşopandinê hat dayîn û dosye hat girtin.    13’ê Gûlana 2012'an: Li navçeya Qereyazî ya Erziromê Yusuf Yilan (9) ê ku karê boyaxkirina pêlavan dikir ji ber maşîneya zirxî lê da jiyana xwe ji dest da. Derbarê polîs de tu doz nehat vekirin.   Nîsana 2013'an: Li navçeya Cizîra Şirnexê maşîneya zirxî ji ber li Sînan Saltikalp (17) da, bi giranî birîndar bû. Sînanê ku 4 mehan di beşa lezgîn de ma, di 29’ê Tebaxê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.   15’ê Nîsana 2016'an: Li ser rêya Riha-Dîlokê, maşîneya zirxî ya girêdayê Fermandariya Cendirmeyan a Herêmê li minibûsê da û Cuma Ozkaplan (17) jiyana xwe ji dest da.   12’ê Hezîrana 2016'an: Li navçeya Cizîra Şirnexê maşîneya zirxî li Bunyamîn Bayram(6) da û jiyana xwe ji dest da.   24’ê Tîrmeha 2016'an: Taha Kiliç ê 4 salî ku li ber Midûriyeta Polîsan a Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di bin panzêra polîsan de asê ma jiyana xwe ji dest da. Şahidên bûyerê gotin ku wesayît nesekiniye. Der barê polîsên ku bûn sedema mirina Taha de tu lêpirsîn nehat vekirin.   30’yê Tebaxa 2016'an: Mustafa Duman (17) li Wanê di encama gulebarana wesayîta zirxî de dema ku li ber mala xwe rûniştibû jiyana xwe ji dest da.  24’ê Cotmeha 2016'an: Li navçeya Cizîra Şirnexê, wesayîta zirxî li Hakan Sarak (5) xist û jiyana xwe ji dest da. Ji ber ku wesayît ranewestiya, Hakan ji ber çûyina xwînê ya zêde jiyana xwe ji dest da.   1’ê Tebaxa 2017'an: Li Meydana Okmeydanê ya Stenbolê Raşîd Oso (7) yê ji Kobanê ji ber wesayîta zirxî lê da jiyana xwe ji dest da.  9’ê Sibata 2017'an: Li navçeya Kerborana Mêrdînê, Berfîn Dîlek(7) ji ber wesayîta zirxî lê da jiyana xwe ji dest da.   4’ê Gûlana 2017'an: Li taxa Karşiyaka ya navçeya Silopiya Şirnexê wesayita zirxî dîwarê malekê hilweşand û Muhammet (7) û Furkan(6) Yildirim ê ku dema di malê de raketibûn jiyana xwe ji dest dan.    19’ê Cotmeha 2017'an: Li taxa Çalê ya Sêrtê wesayîta zirxî li Felek Batur (6) qelibî û jiyana xwe ji dest da.    22’ê Mijdara 2017'an: Li taxa Sûrê ya navçeya Cizîra Şirnexê, wesayîta zirxî li Rûken Cansiri (8) qelibû û birîndar bû.   25’ê Çileya 2018'an: Li Birca Belek a navçeya Cizîra Şirnexê, wesayîta zirxî li zaroka 10 salî S.A. qelibî.   7’ê Nîsana 2018'an: Li taxa Yenîşehîra navçeya Silopiya Şirnexê, li kolana Nexweşxaneyê Nesrîn Kiliç û kurê wî Suavî dema derbasî aliyê rê dibûn wesayita zirxî lê da. Nigê çepê yê Suavî hat birîn.   24’ê Gulana 2018'an: Li Mûşê ji ber guleya ku ji wesayîta zirxî derket, Veysel Toplu (10) dema li ber deriyê mala xwe dileyze birîndar dibe. Walî 24 saet şûnde got bûyer qeza ye.   12’ê Adara 2019'an: Li Silopiyê Rûken Elma (9) ya ku dema diçû dibistanê panzêrê lê da ji nigê xwe birîndar bû.   11’ê Îlona 2019'an: Li taxa 5'ê Nîsanê ya Rezana Amedê wesayîta zirxî, li Efe Tektekîn (5) da û jiyana xwe ji dest da.   9’ê Îlona 2019'an: Li taxa Karşiyaka ya Silopiya Şirnexê wesayîta zirxî li Hamza Ogdem (7) da û birîndar bû. Wesayîta zirxî ji cihê bûyerê reviya.   1’ê Nîsana 2021'ê: Li navçeya Gevera Colemêrgê, wesayîta zirxî li Nîhat Şerzan Akdogan (12) qelibî û birîndar bû.   8’ê Tebaxa 2021'ê: Li taxa Sanayî ya navçeya Ahlata Bîtlîsê, wesayîta zirxî ku di navê de Fermanderê Artêşa 3 ya Erziromê jî tê de dema ji Mûşê “pîrozkirina serkeftinê” vedigerin, li Eyup Kirtay (10) diqelibe û Eyup  jiyana xwe ji dest dide.   3’yê îlona 2021'ê: Li taxa Turgût Ozalê ya Hezexa Şirnexê, wesayîta zirxî li zarokê 7 salî Mîraç Mîroglu qelibî û jiyana xwe ji dest da.   24’ê Adara 2022'yan: Li gundê Mîcîtê yê Eyyubiye ya Rihayê zarokê bi navê Muharrem Aksem li qada talîmata avêtinê ya polîsên tevgera taybet qetilkirî hat dîtin.