'Netehliyekirina girtiyên nexweş sûcê mirovahiyê ye' 2022-04-07 16:03:58     WAN - Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Payizavayê ya Wanê Fesih Sonmez ê çû serdana Nobeda Edaletê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên di girtîgehan de û wiha got:"Netehliyekirina girtiyên nexweş sûcê mirovahiyê ye."   Xizmên girtiyan di roja 111'emîn de li Baroya Wanê Nobeda xwe ya Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatibûn şewitandin bên berdan dest pê kiribûn dewam kirin. Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Payizavayê ya Wanê Fesih Sonmez ê çû serdana Nobeda Edaletê û bal kişand ser tecrîd û rewşa girtiyên nexweş.    Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Payizavayê ya Wanê Fesih Sonmez di çalakiyê de axivî û bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û belavbûyina tecrîdê ya li girtîgehan. Fesîh got netehliyekirina girtiyên nexweş sûcê mirovahiyê ye û ew vê yekê qebûl nakin. Fesih got divê girtiyên nexweş demildest bên berdan.