Nobeda Edaletê ya li Stenbolê di hefteya 3'yem de ye 2022-04-07 15:21:59   STENBOL- Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan di hefteya sêyem de li ber Edliyeya Bakirkoyê dewam dike. Xizmên girtiyan gotin:"Em nan û avê ji bîr bikin jî em zarokên xwe ji bîr nakin."   Xizmên girtiyan ji bo girtiyên înfaza wan tên şewitanin û girtiyên nexweş bên berdan her wiha ji bo bidawîbûna binpêkirina mafên li girtîgehan li ber Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê dest bi Nobeda Edaletê kiribûn. Nobeda Edaletê ya li Stenbolê di hefteya 3'yem de didome. Ji ber qedexeya qeymeqemtiya Kagithaneyê xizmên girtiyan çalakiya xwe ya vê hefteyê li ber Edliyeya Bakirkoyê domandin.    Dayika Xemgin Karakaş ê sirgunî Girtîgeha Tîpa T a Afyonê hat kirin, Cemile Karakaş, Dayika Yakup Akman ê li Girtîgeha 3'yemîn Tipa F ya Silivriyê tê girtin Fince Akman, Xwişka girtiyê nexweş Selim Çiftçi yê li Girtîya Tipa L a Umraniyeyê tê girtin Cemile Çiftçi beşdarê nobê bûn. Parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum û Rêxistina HDP'ê ya Bahçelievler jî piştgirî dan nobedê. Xizmên girtiyan dirûşma "Heq hiqûq edalet" berz kirin.    'Em edalet, hiqûqê dixwazin'   Fince diyar kir ku tundî li girtiyan tê kirin û got:"Em van tiştên tên kirin qebûl nakin. Me zarokên xwe ji bo wan mezin nekir. Zarokên me ne bêxwedî ne. Em xwedî li wan derdikevin. Heta em hebin em ê li wan xwedî derkevin. Em edalet, hiqûqê dixwazin. Em ji vir silavên xwe ji zindanan re dişînin."   Cemile Karakaş jî diyar kir ku ew li ku bin jî wê zarokên xwe biparêzin.   Zuleyha Gulum jî diyar kir ku girtîgeh veguherîye alava tolhildanê û got:"Girtî li dijî bêhiqûqî, bêedaletiyê qêrînên xwe berz dikin. Ji ber mirov mafên xwe dixwazin tên girtin. Bi hezaran hevalên me yên jin ji ber têkoşînê didin tên girtin. Em edalet û azadiyê ji bo girtiyan dixwazin."   Nobed bi çepikan bi dawî bû.