ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2022'YAN 2022-04-07 09:00:00   * Mewlûde Çinaklî ya ku bi karê ajalvanî û çandiniyê debara xwe dike wiha got:"Ez ji karê xwe û ji Hevselê hez dikim. Lê belê her ku diçe li Hevselê jî, girîngiya karê çandinî û ajalvaniyê tê guhertin. Li cihê em debara xwe bikin em zirarê dibînin. Qeyrana aboriyê kûr dibe, kes xizanan nabîne û ev jî karkerên weke me tune dike." DÎMEN HEYE   *Dayika girtiya nexweş Tenzîle Acar Rasmiye Acar, anî ziman ku Tenzîle hêj biçûk bû li dijî zilm û neheqiyê serî rakir, niha jî li girtîgehê li dijî zilmê li ber xwe dide û got: "Ez dixwazim hemû girtiyên nexweş bên berdan û tedawiya wan li derve bê kirin."  BI DÎMEN    *Di çarçoveya projeya ‘Gundbajar’ ya ku Bulent Ecevît ji bo xeyalên wxe kir jiyanê, li gundê Ezdînan avahiyên hatin çêkirin roj bi roj dişemitin. Ji ber rîska hezazê herêm wek ‘herêma karasetê’ hat îlankirin lê hîna herêm nehatiye veguhestin û welatî diyar dikin ku dewlet wan dixapînin. BI DÎMEN