Xizmên girtiyan li ber ATK'ê çalakî li dar xistin 2022-04-06 15:17:19     AMED - Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku malbatên girtiyan li Amedê dabû destpêkirin, îro li pêşiya ATK’ê berdewam kir. Malbatan bang li Wezîrê Dadê kir û got: “Bes e zarakên me berdin.”   Malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatine şewitandin werin berdan, li Amedê dest bi çalakiya "Nobeda êdaletê"  kiribûn. Çalakiya malbatên girtiyan di roja 142'an de didome û her wiha malbatan îro nobeda xwe li pêş Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Amedê berdewam kir.   Ji bo piştevaniyê Federasyona Komeleya Piştevanî û Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî û Hukumxwaran (MED TUHAD-FED), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Nûnerên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxwaran  (TUHAY-DER),  Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînê ya Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER) hatin ber ATK’ ê lê belê polîsan nehişt.   Di nava nîqaşan de polîs wiha got: “Hûn dibejin dilgirtî le belê li Tirkiyeyê dîlgirtî tune ne.”   ‘Sibehê dibe ku dereng bibe’   Di çalakiyê de di serî de xizmên girtiyan Herdem Merwanî axivî û wiha got: “Gelek gotin hatin kirin lê belê tu çareserî nehat pêşketin. Em li muhatabêkî geriyan lê belê me tu muhatap nedît. Muhatabê me yî herî mezin Wezîrê Êdaletê ye. Lê belê wê jî deng neda, bangewaziya me. Kesên ku xwestin alikariyê bidin me, hatin gel me. Lê belê ji aliyê polisan ve hatin astengkirin. Ev astengiya jî pisgireka hîn kûr dike. Banga me li Wezîrê Êdaletê ra heye. Deng bidin daxwaza me. Sibehê dibe ku dereng bimîne. Kesên ku destekê didin me em spasiya wan dikin. Mala we ava. Lê belê kesen ku dibin asteng jî mala we ne ava.”   ‘Bes e zarokên me berdin’   Herî dawî mafê axaftine xizma girtiyan Nazime Boltan girt û bal kişand ser çalakiya xwe û wiha got: “Em bi mehan dibêjin êdalet, edalet, edalet. Em dibêjin girtiyên me berdin. Ew tedawiya zarokên me nakin. Bila berdin em ê tedawiya zarokên xwe bikin. Çima daxwazên me naynin cih. Rewşa girtiyên nexweş li ber çavan e. Bes e êdî bila zarokên me berdin.”   Çalakî bi dirûşma, “Heq hiqûq edalet” bi dawî bû.