Li Şehbayê Malbatên Şehîdan tecrîd şermezar kir 2022-04-06 11:40:28   ŞEHBA - Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyanî da.   Mecl3isa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li pêşiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a gundê Til Qirahê yê girêdayî navçeya Ehrezê ya Şehbayê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hemû endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê amede bûn. Her wiha di daxuyaniyê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên Meclîsa Malbatên Şehîdan hatin hildan. Daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Komîteya Perwedeyê ya Meclîsa Malbatên Şehîdan Hêvî Silêman ve hat xwendin.    Daxuyanî wiha ye:    "Ev 23 sal in di ser dîlgirtina Rêber Apo re derbas bûye, bi planeke navdewletî ya îstixbarata NATO û MÎT'ê xistine zîndana Îmraliyê. Ji wê demê û vir de siyaseta tecrîda girankirî ya ku li dijî pîvanên mirovahiyê, di derheqê kesayetiya Rêber Apo de tê meşandin berdewam e. Ji bo şikandina îradeya gelên azadîxwaz li herêmê di bin navê parastina mafên girtiyan de, mîna  komîteya CPT'î ku bi erk û berpirsiyartiya xwe ranebûye mafên girtiyan tên binpêkirin. Ji ber ku girêdayî  îstîxbarata NATO ye. Lê berxwedan û têkoşîna Rêber Apo di her kêliyekê de hişt ku planên komploya qirkirinê were têkbirin û bibe bersiveke ji siyaseta dagirkeriya hukmeta AKP'ê re. Biryara dewamkirina sîstema tecrîdê dimeşîne. Ev nêzî salekê ye dewleta faşîst nahêle parêzer bi Rêbertî re hevdîtinê pêk bînin û rewşa tendirustiya Serokatî bişopînin. Pirsa me ew e ku wîjdana civaka navnetewî û CPT'î li ku derê ye? Bi erka xwe ya şopandina rewşa tendirustiya Seroketî nakin, ji ber ku her du alî berpirsiyar in di derheqê berdewamkirina sîstema tecrîda girankirî de. Rêberê me bi berxwedan, raman û felsefeya xwe tarîtiya zindana Îmralîyê veguherandiye ronahiyê."   Bi berxwedana ji Îmraliyê ji bo avakirina pergala xwe ya civakbûnê, wekhevî û dadmendiyê ye, ji bo mîsogerkirina mafên xwe yên siyasî, civakî, çandî û aborî ve bi rihê Netewa Demokratîk ya ku li ser bingeha xwişk û biratiya gelan û hevgirtina jiyana hevbeş ya aştiyane ava kirine. Bi berxwedana gel û hêzên me bi navê hemleya gurzê gelan ew planên dagirkeriyê têk çûn. Bi berxwedana Rêberê me û feylesofê hemdemî di zindanên Îmraliyê de wê hêz û vîna gel bi ser bikeve. Ji ber vê yekê Rûsya hevkarê dewleta tirk a faşîşt li herêmê şer dijwar dike li dijî Ukraynayê ji bo dagirkirina çavkaniyê xêr û berên herêmê ye. Şerê ku diqewime şerekî aborî ye li dijî NATO'yê dirêj kirine. Ji bo neçareseriya aloziya Sûriyeyê ye û ew jî girêdayî çareserkirina doza kurdî û mirovahiyê ye. Ev yek jî di pîrozbahiya cejna Newroza 2022'an de ku her kes tevlî vê şahiyê bû û daxwaza azadiya rêber Apo hat kirin, li herêmê û tevahî cîhanê bû Rêberekî mirovahiyê. Bi pîrozkirina rojbûna  Rêbertî rojbûna mirovahiyê tevahî, careke din hat îspatkirin ku hevgirtin û yekîtiya gelan têkçûna planên dagirkeran e.   Em weke Meclîsa Malbatên Şehîdan bi tundî siyaseta dewleta tirk a faşîşt û kiryarên wî  şermezar dikin. Daxwaza me ji meclîsa ewlekariyê ya navdewletî re heye ku zextê li ser dewleta tirk a dagirker bike da ku Rêber Apo serbest were berdan. Hemû girtiyên siyasî yên di zindanên faşîstan de werin berdan. Bangewaziya me ji civaka navneteweyî û komîteya CPT'î û rêxistinên mafdar re heye ku bi erka xwe rabin û mafê me biparêzin."   Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên " Bimrê xiyaneta malbata Berzanî", " Azadî ji bo Rêber Apo" û " Şehîd namirin" bi dawî bû.