Girtiya nexweş Tenzîle Acar: Bi Nobedên Edaletê xwedî li girtiyan derkevin 2022-04-06 09:03:46   STENBOL - Girtiya nexweş Tenzîle Acar diyar kir ku binpêkirinên mafan yên li girtîgehan asta tecrîdê bezandiye û rêveberiya girtîgehê tehdîda wê wan bikin hucreyê dike. Tenzîleyê her wiha ji bo "Nobetên Edeletê" yên xizmên girtiyan dane destpêkirin jî banga hestiyariyê kir.   Li gorî rapora  Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya sala 2020’an li girtîgehan 604 jê giran bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Girtiyên ku dermankirina wan nayên kirin û tevî ku raporên wan yên ‘nikare girtî bimîne’ heye jî  girtî nayên berdan û li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin. Rayedar li dijî serlêdanên malbat û saziyên civaka sivîl bêdeng dimînin û malbatên girtiyan di serî de li bajarên herêmê li yên Tirkiyeyê jî Nobetên Edeletê dan destpêkirin û hewl didin hestiyariyê ava bikin.   Rewş girane   Yek ji girtiyên di lîsteya girtiyên nexweş de cih digire, girtiya bi navê Tenzîle Acar ya ji 1’ê Adara 2017’an heta niha li Girtîgeha Jinan  Bakirkoyê girtiye û rewşa wê roj bi roj giran dibe. Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê hefteya borî di Runiştina F de balkişandin ser rewşa Tenzîleyê û fikarên malbata wê bi rayagiştî re parve kirin.   Tenzîleyê daxuyakirin ku di pêvajoya girtina xwe de îşkenceyên giran dîtiye, bi binpêkirinên mafan re hatiye rû hev û nexweşa hepatît B û tuberkulozê ye. Tenzîle di pêvajoya girtinê de bi van nexweşiyan dikeve, sînga wê teng dibe, nikare bîhna xwe bigire û ji qirika wê xwîn tê. Li Tenzîleyê dermankirina bi        kelepçê hat ferzkirin, lê Tenzîle bi vî awayî dermankirinê naxwaze. Tenzîleya ku dermankirina wê nayê kirin rewşa wê her diçe giran dibe.   Ji Tenzîleyê peyam   Tenzîleyê di peyama ji ajansa me re şand de banga hestiyariyê kir. Tenzîleyê destnîşan kir ku binpêkirinên mafan yên li girtîgehan bi hinceta dema pandemiyê hîn bêtir zêde bûne, hemû aktîvîteyên civakî yên girtiyan ji destê wan hatiye girtin. Tenzîleyê di berdewamiyê de anî ziman ku piştî rêveberiya girtîgehê guheriye pêkanînên kêfî jî zêde bûne û wiha anî ziman: “Bi pêkanînên kêfî legerînan dikin, di dema lêgerînan de alavên me davêjin erdê, belav dikin û diqelişên. Ji bilî van pêkanînan, nameyên Kurd, pirtûkên Kurd, yên ji bo me tên şandin, îdare nade me. Dema bidin jî dibêjin bi pere wergervan bigirin.”   ‘Çûna nexweşxanê bo me xerabtire”’   Tenzîleyê balkişand ser nexweşiyên xwe û wiha vegot: “Piştî ketim girtîgehê nexweşiyên min peyda bûn. Dermankirin baş nayê kirin, du mehan carê divê ez biçim nexweşxanê, tahlîlên xwînê bidim. Lê ev yek jî nayên kirin. Doktor ne girêdayên sonda Hîpokratin. Dema min dibin nexweşxanê cenderme ewil diçe cem doktor û dibêje ev terorîst e. Ji ber vê doktor negatîf nêzî min dibe û nêzîkatiyek ne li gorî sonda Hîpokrat nîşan dide. Ligel vê dema em ji nexweşxanê vedigerin me dikin koxuşa tecrîdê. Mirov di alî psîkolojîk û sosyolojîk de tenêbûnê dijîn. Ji ber vê çûna nexweşxanê bo me xerabtire.”   Tehdîda tecrîd û cezayê hucreyê   Tenzîleyê di berdewamiyê de wiha destnîşan kir: “Dewlet li dijî girtiyan qanûnên xwe jî pêk nayne. Saziya Tipa Edlî (ATK) biryarên bi alî digire. Gelek girtî tevî cezayên wan qedyane jî înfaza wan tê şewitandin. Rojên borî de hevalek me ji bo hevdîtina telefona bi xizmên xwe re , numareyek telefonê li kaxizê nivîsî. Îdia kirin ku ev parçeyê kaxizê materyanale rêxistinê ye û lêpirsîn lê hat vekirin û birin koxuşa tecrîdê. Em her tim bi tehdîdên hucre û tecrîdê re rû bi rû ne.”   ‘Banga hestiyariyê’   Tenzîleyê der barê "Nobetên Edeletê" yên bi armanca binpêkirinên mafan yên li girtîgehan bi dawî bin û girtiyên nexweş bên berdan li Amed, Wan, Îzmîr û Stenbolê ji aliyê malbatên girtiyan ve hat destpêkirin, bang li hemû rayagiştî kir û got: “Divê hemû rayagiştî ya demokratîk bertek nîşanê mijara rewşa girtiyên nexweş û hemû girtiyên siyasî bide. Hemû girtiyên siyasî di encama polîtîka ceza ya dijmin de  hatine girtin. Ji ber vê divê rayagiştî xwedî li girtiyan derkevin.”