Bang li Wezareta Dadê kirin: Girtiyên nexweş serbest berdin 2022-04-05 14:11:17   AMED - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan a li Amedê îro li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê pêk hat û malbatên girtiyan banga serbestberdana girtiyên nexweş kirin.    Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan a Amedê didome. Malbat bi çalakiya xwe bal dikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û binpêkirina mafên girtiyan. Çalakiya malbatan îro li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê pêk hat. Ji bo piştevaniyê endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) û hevseroka OHD'ê ya Amedê Ozum Vurgun tevlî çalakiyê bûn.    Bang li Wezareta Edaletê kirin   Ji xizma girtiyan a ku destpêkê axivî Fevziye Kolakan got, "Ev 4 meh û nîv e em çalakiya xwe didomînin. Berê jî bi daxwaza edaletê me li baroyê çalakiya rûniştinê pêk anîbû. Niha jî em li ber girtîgehê Nobeda Edaletê digirin û dixwazin girtiyên nexweş serbest bên berdan. Ez bang li Wezîrê Edaletê dikim ku bê dadgehê."   Bang li partiyên siyasî kirin   Ji xizma girtiyan Încî Guler jî got ku girtiyên nexweş roj bi roj rewşa wan giran dibe û wiha berdewam kir, "Partiyên siyasî çawa her tiştî di rojevê de digirin bila rewşa girtiyên nexweş jî di rojevê de bigirin. Ez ji vir bang li hemû partiyên siyasî dikim û ku piştevaniya me bikin."   'Bila girtiyên nexweş bên berdan'   Ji xizma girtiyan Nazîme Boltan jî bal kişnad ser rewşa girtiyên nexweş û got, "Girtiyên Nexweş tevî nexweşiya xwe jî li girtîgehan tên girtin. Bi ser qawîşên wan de digirin. Ji bo ku ev binpêkirin zêdetir nebn em  banga piştevaniyê dikin. Em dixwazin girtiyên nexweş bên berdan. Gelek girtî jî li gel ku ji 30 salî zêdetir e di girtîgehê de ne înfaza wan tê şewitandin. Em van binpêkirinan qebûl nakin."