Kesê ji girtîgehê destûr danê 2 jin û zarokek qetil kir 2022-04-05 12:24:19     XARPÊT - Firat A. yê ku beriya demekê bi hinceta “pandemiyê” ji girtîgehê destûr danê, xwesûya xwe û xwişka jina pê re hat zewicandin qetil kirin. Zarokekî 10 salî jî giran birîndar kir.    Fırat A. yê ku beriya demekê bi hinceta pandemiyê ji girtîgehê bidestûr derketibû, li Taxa Sarayatîk a Xarpêtê xwesûya xwe Zerîfe Dogan û xuşka jina pê re hatibû zewicandin Gulay Dogan bi çekê qetil kirin. Firat A. zarokê 10 salî A.T.D. jî giran birîndar kir.    Li ser dengê çekan, tîmên tenduristiyê û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên tenduristiyê tespît kirin ku Zerîf û Gulay Dogan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dane. Tîmên tenduristiyê A.T.D. yê giran birîndar bû jî bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê. Ji bo Firat A. yê piştî bûyerê revî were girtin, xebat hatin destpêkirin.