‘Dengê ku di Newrozê de bilind bû xwe gihand Amarayê’ 2022-04-05 11:33:10     Sema Çaglak - Şîrîn Çinar    RIHA - Jinên ku ji Amed, Botan, Serhedê bi rêketin û berê xwe dan Amarayê, diyar kirin ku rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan roja vejîna Gelê Kurd e û gotin deng û peyamên li qadên Newrozê bilind bûn xwe gihandin Amarayê.   Kulîlkên behîvê di jiyanê de nîşaneya hêviyê ye. Gava kulîk vedibin di jiyanê de nûbûnêk dest pê dike, vejînek ji zikê xwezayê şîn dibe. Hêviyek mezin dibe wekî kulîlkên bêhîvê derdorê bi rengên xwe dixemilîne. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di gotinekê xwe de wiha dibêje: “Min ji tu biharekê re bêrêzî nekiriye. Di biharê de dîtina gelekê, dîtina heqîqeta wê, nav, hêz û hêza wê ya pêşengiyeyê... Dîtina hêza wê ya şerê wek dildariyek e.”   Duh 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû. Rojbûna Abdullah Ocalan li gelek deveran bi coşek mezin hat pîrozkirin. Rojbûna Abdullah Ocalan ji bo Gelê Kurd xwedî wateyeke girîng e. Ji ber ku kurd rojbûna Abdullah Ocalan wek rojbûna xwe dibîne. Roja xelasiya ji jiyana koletiyê û destpêka meşa ji bo azadiyê dibîne.    Rojbûna Abdullah Ocalan 18 sal in bi çalakî û bernameyên cuda tê pîrozkirin. Welatiyên ku duh ji Amed, Botan, Serhed û gelek bajarên herêmê derketin rê û berê xwe dan Amarayê. Siyasetmedarên jin ên tevlî rêvitiyê bûn ji ajansa me re axivîn û baga azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan kirin.    ‘Divê Ocalan di nav gel de be'  Parlementera Partiya Demokratîka a Gelan (HDP) a Amedê Remziye Tosun, diyar kir ku tevahî gel ji 7 salî heya 70 salî berê xwe dan Amara ye û wiha bi lêv kir: "Êdî tu kes naxwaze Birêz Ocalan di bin tecrîde de be. Daxwaza hemû jinan, ciwanan ne tenê rakirina tecrîdê ye, êdî gel dixwaze Birêz Ocalan azad be. Tevahî jin azadiya Birêz Ocalan dixwazin. Duh ew wêneyê di rêya Amara da derketî pêş dîsa ev yek diyar kir. 8'ê Adarê coşek mezin derket, ev coş di Newrozê de bilindtir bû. Di hemû qadan da felsefeya Birêz Ocalan belav bibe. Hemû kes vê yekê dizane îro deriyê Îmralî vebe, Birêz Ocalan di nava gel de rol û mîsyona xwe bilîze ew ê aştî, aramî were. Ji ber ku hemû serdest dizanin di welatekî de aştî çêbibe şer çênabe.”   ‘Divê Birêz Ocalan azad bibe'    Remziye, destnîşan kir ku heke Abdullah Ocalan azad bibe wê hemû gelen Rojhîlata Navîn bêhnekê fireh bistîne û got: "Azadiya Birêz Ocalan ji bo wan tehdîtêke mezin e. Birêz Ocalan azad bibe wê Rojhilata Navîn azad bibe wê hemû gel behnek fereh bistînin. Tirkiye desthilatdariya xwe sed sal in li hemberî kurdan berdewam dike û li hemberî kurdan şer dikin. Li hemberî şerê ku 100 sal in tê meşandin kurd 40 sal in bi felsefeya Birêz Ocalan li ber xwe dide. Êdî ne tenê şikestina tecrîde, her kes dixwaze Birêz Ocalan azad be. Sal sala azadiya Birêz Ocalan a.”   ‘Rojbûna birêz Ocalan roja vejîna Gele Kurd e’   Hevşaredara HDP'ê ya Êlihê Songul Korkmaz, diyar kir ku ew wek Tevgera Jinên Azad (TJA) û Mecîsa Jinan a HDP’yî ji 1’ê Nîsanê heya 10’ê Nîsanê bi minasebeta rojbûna Abdullah Ocalan gelek çalakî û bername li dar dixin û wiha axivî got: “Em rojbûna birêz Ocalan wek roja vejîna Gele Kurd bi nav dikin. Bi taybetî jî herî zêde wek rojbûna jinan dihesîbînin. Ji ber ku di fikr û felsefeya birêz Ocalan de rola jinê xwedî taybetmendiyeke girîng e. Ji ber vê yekê jî em vê rojê re hem jinûve vejîna jinan hem jî vejîna gelê dibînin. Gelê Kurd bi salane bi polîtîkayên taybet tên înkarkirin û tune tên hesibandin. Bi Birêz Ocalan serhîldana Gele Kurd ji nûve şîn bû. Me li Êlihê bi minasebeta vê rojê bername û amadekariyên xwe kiribû. Bêriya 4’ê Nîsanê me şitil û dar çandibûn. Di 4’ê Nîsanê de jî berê xwe da Amarayê."    ‘Perspektîfên Ocalan ji bo hemû gelan bû hêviyek mezin’   Songul, destnîşan kir ku Abdullah Ocalan bi fikr û paradîgmayê xwe dilê Gele Kurd de cih girtiye û got: “Me xwest biçin Xelfetiyê. Lê dewlet hêza xwe ya leşkerî li Xelfetiyê bicîh kiribû. Lê ew çiqas asteng bikin jî îdeolojî û felsefeya birêz Ocalan ku Gelê Kurd ji xwe re wek rênexşeyek dibine nayê tune kirin. Ji ber ku perspektîfên Birêz Ocalan ji bo hemû gelan ronî û hêviyek mezin e. Ji bo vê mebestê jî îro hemû jin, dayik, ciwan û zarok xwestin li Amarayê rojbûna Birêz Ocalan pîroz bikin. Lê mixabin gundê Amara ji hêla dewletê ve hatibû dorpêçkirin. Hincet jî xedexeya walitiyê ya 15 rojan hat nîşandan."   ‘Daxwaza azadiyê dê li qadan deng vede'    Songul, di dawiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser pîrozbahiyên Newrozê: "Di Newrozê de jî daxwaza gel ew bû ku Birêz Ocalan azad bibe. Bi milyonan kes li qadên Newrozê bi dengî heman daxwazê qêriyan. Dengê ku li qadên Newrozê bilind bû xwestin li Amarayê asteng bikin. Lê êdî ew deng wê tu carî neyê sekinandin û hertim ev gel ji bo azadiya Birêz Ocalan li qadan deng vede."   ‘Rojbûna Birêz Ocalan hat pîrozkirin’ Herî dawî jî Hevseroka HDP'ê ya Xelfetiyê Fatma Korkmaz jî axivî û diyar kir ku rojbûna Abdullah Ocalan gundên li dora Amarayê hat pîrozkirin. Fatmayê wiha nêrînê xwe anî ziman: "Rojbûna Birêz Ocalan di heman demê de rojbûna jinê ye. Desthîlatdariya AKP-MHP’ê nehiştin ku em derbasî Amarayê bibin. Ev 23 sal in birêz Ocalan di bin tecrîda girankirî de ye. Lê fikr û ramanên wî li her derê ye. Dewletê hemû hêza xwe di 4'ê Nîsanê de anî pêşiya gel û xwest pîrozbahiyê asteng bike, lê gel bi her awayî rojbûna Birêz Ocalan pîroz kir."