Dozgerê di doza Kobanê de negihişt armanca xwe li SES’ê doz vekir 2022-04-05 09:08:49   ENQERE - Doza SES’ê ya tê de hevseroka giştî ya SES’ê Selma Atabey jî tê darizandin, derket holê ku ji îfadeyên winda yên îtîrafkarên Doza Kobanê ava bûye. Ji şahidên Doza Kobanê Kerem Gokalp û şahidê veşarî Ulaş bûn esasên îdianameya SES’ê û  parvekrinên siyasetmedarên HDP’ê û pirtûkên weşandine wek sûc hatine dîtin.   Di nav de hevseroka giştî ya SES’ê Selma Atabay û hevseroka giştî ya dema berê ya SES’ê Gonul Erdem der barê 8 rêveberên SES’ê de bi îdiaya endamtiya rêxistinê û propaganda rêxistinê kirine doz hat vekirin û yekem rûniştin wê di 6’ê Nîsanê de li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê dîtin.   Di 25’ê Gulana 2021’ê de di serdegirtina malan de Selma Atabay, Gonul Erden, nûnerên SES’ê Fîkret Çalagan, Belkîs Yurtsever, Rona Temellî, Bedriye Yorgun, Erdal Turan û Ramazan Taş hatin binçavkirin û  di 11’ê Hezîranê de derxistin dadgehê û bi şertê kontrola edlî hatin berdan.   Hevseroka Giştî ya dema berê Gonul Erden di 22’yê îlonê de hat girtin û şandin Girtîgeha Jinan a Sîncanê.   Dozger Ahmet Altun di nêçîra kurdan de ye   Lêpirsîna ji aliyê serdozgerê komarê yê Enqereyê Ahmet Altun ve hat meşandin hat temamkirin û der barê 8 endamên SES’ê de îdianameyek ji 105 rûpelî pêk tê hat amadekirin û pêşkêşî 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat kirin. Yekemîn rûniştin wê di 6’ê Nîsanê de bê dîtin.   Dişibe doza Kobanê   Li dadgeha ku doza SES’ê wê bê meşandin doza Kobanê jî lê tê meşandin û balkêş e ku îdianameya her du dozan jî dozger Ahmet Altun amade kiriye. Du heyetên dadgeha 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê heye û yek heyetek li doza Kobanê ya din jî li ya SES’ê dinêre.   Şahid heman in   Ne tenê dozger, balkêş e ku şahidê veşarî û vekirî yên dozê jî heman kes in.  Îtîrafkarê doza Kobanê Kerem Gokalp û şahidê veşarî ULAŞ di doza SES’ê de jî bûne esasê îdianameyê. Beşeke îfadeya îtîrafkar Kerem Gokalp di îdianameya SES’ê de cih digirin. Tevî hemû daxwazan îfadeyên şahid ên hatin veşartin û revandin di amadekarina îdianameyên dozên de hat bikaranîn.   Beşek îfadeya şahid di îdianameyê de   Ji 29 rûpel îfadeya şahidê veşarî ULAŞ ya li TEM’ê hatiye girtin jî tenê 3 rûpel di îdianameyê de cih digire û ya îtîrafkar Kerem Gokalp jî ji 52 rûpel îfadeyê 5 rûpel cih digire.   31 rûpel dîroka PKK’ê   Îdianameya ji 105 rûpelî pêk tê 31 rûpelên wê ji dîroka PKK’ê pêk tê. Di îdianameyê de bi berfirehî cih didin PKK û KCK’ê.   Pirtûkên ne qedexe bûn mijara sûcdariyê   Di esasa îfadeyên şahidan de îdianame hat amadekirin û tevlibûna faliyetên sendîkal, daxuyaniyên di pêvajoya pandemiyê de, daxuyaniyên ji bo kedkarên tenduristiyê de hatine kirin, vekirina pankartan, çepik û parvekirinên li ser çapemeniya civakî û endamtiya SES’ê sûc hatin dîtin. Bi lêpirsîn û dozên bi salan berê der barê 8 kesî de hatine vekirin û qeydên derveyê welat jî sûcdarî hatin hesibandin. Ligel vê pirtûkên Gultan Kişanak, Selahattîn Demîrtaş, Îdrîs Baluken ên li girtîgehê derxistibûn jî di serdegirtina malan de hatin desteserkirin û kirin mijara sûc.   Sohbetên telefonê, MA,  JIN TV'yê jî sûc hatin dîtin   Di qeydên telefonan de jî sohbetên şexsî û yên der barê faliyetên sendîkal de hatine kirin sûc hatin dîtin. Dayîna roportajan û tevlibûna bernameyên TV’yan bûn mijara sûc. Raportaja dane Ajansa Mezopotamyayê (MA) û tevlibûna bernameya JIN TV'yê jî sûc hat dîtin. Tevlibûna ‘Kampanyaya Malbata Xwişk û Bira’ jî  ya di pandemiyê de hat meşandin sûc hat dîtin. Ligel vê pankart jî sûc hatin dîtin û pankarta der barê êrîşa DAIŞ’ê de jî sûc hat dîtin.   Civîna 7 sal berê îro sûc e    Civîna bi navê ‘Ji bo Jinan Meclîsa Azadiyê ya Jinan a Aştiyê’ ya di 9-10’ê Gulana 2015’an pêk hatibû, di dema pandemiyê de ji bo mafên pereyê pêvek ên karkerên tenduristiyê daxuyaniya hatiye dayîn her wiha pankartên hatin vekirin jî sûc hatin hesibandin.   Serlêdana ‘sonda me’ ya Selahattîn Demîrtaş di îdianameyê de ye   Hevserokê giştî yê berê Selahattîn Demîrtaş ê niha girtiye ji bo keça wî Delal ji xwendina ‘Sonda me’ muaf bê girtin daxwazname dabû Midûriyeta Perwerdeya Amedê û vê daxwaznameyê di îdianameya SES’ê de cih girt. Der barê Sekreterê Karê Civakî û Weşanê ya Rêxistinê ya Giştî ya Berê yê SES’ê Fîkret Çalagan de jî  ji ber piştgirî daye hastega “#AfrinSavaşınaHayır” sûcdarî hat kirin.    Her wiha pirtûka ‘Leyla’  Selahattîn Demîrtaş a di serdegirtina malan de hat desteserkirin jî  sûc hat dîtin. Di îdianameyê de parvekirinên der barê grevên birçîbûnê de û rapora NY’ê ya der barê Cizîrê de jî bû mijara sûc. Faliyetên ser navê HDP’ê hatine meşandin jî di îdianameya SES’ê de cih girtin. Der barê hevseroka giştî ya berê ya SES’ê Bedriye Yorgun de tevlibûna bernameyên TV’ê sûcdarî hatin dîtin. Di serdegirtina mala Bedriyeyê de jî tu tiştekî sûc be nehat dîtin.   Pirtûka Gultan Kişanak jî sûc hat dîtin   Di serdegirtina mala endama berê ya MYK'a SES’ê Belkis Yurtsever de jî pirtûkên Seher û Devran yên Selahattîn Demîrtaş û pirtûka ‘Rengê Mor yê siyaseta Kurd’ ya Gultan Kişanak hat desterserkirin û sûc hatin dîtin.   Der barê hevseroka giştî ya SES’ê Selma Atabey de jî bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê  û propanganda rêxistinê kirin’ de doz hat vekirin û xwendina jîneolojiyê jî sûc hat hesibandin, pirtûkên li mala wê hatine dîtin, parvekirinên li ser çapemeniyê, piştgiriya ji bo grevên birçibûnê sûc hatin dîtin.   Tevlibûna Cejna Zimanê Kurdî sûc hat dîtin   Yek ji sûcdariyên li hember Selmayê parvekirina strana Mem Ararat ya ‘Xaçîrek’ ya der barê Cejna Zimanê Kurdî de bû. Der barê endamê Lijneya Dîsîplîna Navendî yê berê yê SES’ê Erdal Turan de jî girtina wî ya 10 sal  berê û greva birçîbûnê ku wê demê ketibûyê sûc hat dîtin.   Der barê endamê SES’ê Ramazan Taş de jî girtina wî ya di sala 1991’ê de sûc hat dîtin. Der barê Hevseroka berê ya SES’ê ya Enqereyê Rona Temellî de jî  bi hinceta serî li CÎMER’ê daye sûcdarî hat kirin.  Daxuyaniya ‘çalakiya spî ya însîfiyatîfa ala spî’ bû mijara sûcdariyê. Her wiha dîsa parvekirinên li ser çapemeniya civakî jî bûn mijara sûc, nîşaneya serkeftinê û çepik bûn sûc.