Ciwanan li ber CPT'yê tecrîd şermezar kirin 2022-04-04 15:54:49     NAVENDA NÛÇEYAN - Ciwanan di sala 73'yan a rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de li ber CPT'yê kom bûn û gotin:"Ew ê gelê kurd serî ji we re netewîne."   Ciwanên Kurd ên saet 13:00’an ji bajarê Strasboûrg a Fransayê kom bûbûn, li ber avahiya CPT’ê tecrîda giran a li ser Ocalan protesto kirin. Ciwanan posterê Ocalan alên PKK’ê hildabûn.   Ciwanan bêdengiya CPT’ê protesto kirin, daxwaza azadiya Abdullha Ocalan kirin.   Li vir ciwanan daxuyaniyek da û got: "73’emîn Rojbûna Rêber Apo pîroz dikin. Em bi Rêber Apo hene, bi wî re hebin. Rêber Apo 23 sal in bi awayeke sîstematîk  di bin sîstema tecrîdê de ye. Ev esaret rewşeke wiha ye li ser hemû gelê kurd tê sepandin. Çi dibe bila bibe em rêya Rêber Apo ji bo me vekirî devjê bernadin. Em ê bi paradîgmaya Rêber Apo hebûna  xwe bidomînin. Dev ji vê pêkanîna xwe ya derhiqûqî berdin. Gelê kurd serî li ber neheqiyê natewîne."