Malbata Şenyaşar bang li rayedaran kir: Xwedî wijdan bin 2022-04-04 14:29:57     RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ên ku têkoşîna Nobeda Edaletê didomînin di roja 391'yan de wiha gotin:"Em li pêş edliyeya ku serdestan bang li rayedaran dikin ku bi wijdan û adil bin. Ev tiştê hûn dikin ji zilmê wêdetir tiştekî din nîne."   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 392’yemîn de berdewam dike. Emîne û Ferît Şenyaşar tevî bi rojî ne jî di saetên serê sibehê de ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsû hatin pêş Edliyeya Rihayê û dest bi çalakiya nobeta xwe kirin.    Malbata Şenyaşar parêzer û welatiyên tên edliyeyê têkildarî têkoşîna xwe ya edaletê agahdar dikin. Dayik û kur ên du roj in li pêş avahiya edliyeyê fitara xwe dikin û îro di roja sêyemîn de jî li pêş avahiya edliyeyê fitara xwe bikin. Malbatê li ser hesabê xwe ya medyaya dîjîtal hesabê Waliyê Rihayê Abdûllah Erîn, Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag û serokkomarê AKP'yî Tayîp Erdogan etîket kirin û ev peyam parve kir: "Îslam piştevanî ye. Remezan parvekirin e. Em li pêş edliyeya ku serdestan bang li rayedaran dikin ku bi wijdan û adil bin. Ev tiştê hûn dikin ji zilmê wêdetir tiştekî din nîne."