Li Şehbayê bi çandina daran û şahiyan 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin 2022-04-04 12:23:55     ŞEHBA - Şêniyên Efrîn û Şehbayê li Kantona Şehbayê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi çalakiyên cur be cur pîroz kirin.    Bi boneya roja 4'ê Nîsanê, rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Meclîsa Malabatên Şehîdan a herêma Efrînê bi çandina daran li goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê û li pêşiya Meclîsa navçeya Ehrezê ya Şehbayê 4'ê Nîsanê pîroz kirin. Piştre li hemû tax, gund, navçe û wargehên Kantona Şehbayê bi şahiyên cur be cur roja 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat pîrozkirin. Çalakiyên ku hatin lidarxistin bi deqeyeke rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kirin.     'Rojbûna Serokatî roniya ji bo tevahî Rojhilata Navîn e'   Hacer Miho dayika pakrewan Zîlan û Egîd ev roj li hemû gel pîroz kir û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir û wiha vegot: "Em rojbûna Rêber Apo li hemû gelê azadîxwaz û dayikên şehîdan pîroz dikin. Rojbûna Rêber Apo, rojbûna mirovahî û hemû netewan e. Rojbûna Serokatî roniya ji bo tevahî Rojhilata Navîn e. Ji ber vê yekê banga me ji hemû dewletên navneteweyî re û ji CPT'yê re heye ku êdî çavên xwe vekin û wijdanê xwe biherikînin. Em azadiya Rêberê xwe dixwazin."   'Rêber Apo dara azadiyê ji me re çand, em ê vê darê biparêzin'   Emîne Dingilî ya ji navçeya Şiyê ya Efrînê, rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan weke roja vejînê bi nav kir û wiha anî ziman: "Rojbûna Rêber Apo, rojbûna cîhanê ye. Serokatî bi perwerdeyên xwe gel zane kir, mirovahî geş û şîn kir. Ji ber vê yekê Rêberê me bi komloyek navneteweyî dîl girtin. Bila dijminê me baş bizanibin ku îro em şagirtên Rêberê xwe ne û nikarin me têk bibin. Dixwazin di şexsê Rêber Apo de miletê kurd biçewisînin. Tu kes nikare roja me tarî bike, ji ber ku Serokatî ji me re dara azadiyê çand û em xwedî li vê darê derdikevin. Ji bo vê jî îro bi coşek mezin gelê Efrîn û Şehbayê berê xwe dane qadan, daran diçînin û vê roja pîroz û bi wate pîroz dikin."   Çalakî bi berzkirina dirûşmên "Bijî Rêber Apo", "Bê serok jiyan nabe" û gerandina govendên azadiyê bi dawî bû.