Li Colemêrgê serdegirtina malan 2022-04-04 11:47:40   COLEMÊRG - Li navenda Colemêrg û navçeya wê Çelê bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtinên hatin kirin de 3 jê jin 5 kes hatin binçavkirin.   Li Taxa Gazî a Colemêrgê serê sibehê bi ser malan de hat girtin. Di serdegirtinan de Zana Îhtîyatoglu û Nur Îhtîyatoglu hatin binçavkirin. Halî Îhtîyatoglu jî li mala xwe ya li gund ji aliyê cendirmeyên ku bi ser mala wî de girtin hat binçavkirin. Hat diyarkirin ku Nurê bi zaroka xwe ya 3 salî re hatiye binçavkirin.    Di serdegirtinên ku li Çelê hatin kirin de jî Şîlan Dayan û Havva Sevî hatin binçavkirin.   Kesên ku serdema binçavkirina wan nehat zanîn hat ragihandin ku birine Muduriyet Polîsan a Colemêrgê.