'4'ê Nîsanê roja vejîna gelê kurd û hemû gelên bindest e' 2022-04-04 10:21:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona Jinên Êzidî ya li Welat û Derveyî Welat bi daxuyaniya da 4'ê Nîsanê pîroz kirin û got:"4'ê Nîsanê roja vejîna gelê kurd û hemû gelên bindest e."   Koordînasyona Jinên Êzidî ya li Welat û Derveyî Welat bi munasebeta 4'ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyanî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin:""Em jinên Êzidî ji Şengal, Bakurê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê, Elmanya, Rûsyayê û Ermanistanê silav didin roja xwe, silav didin Rêber Apo, em dibêjin rojbûna te pîroz be."   Daxuyaniya Koordînasyona Jinên Êzidî ya li Welat û Derveyî Welat ku ji bo 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan weşand, wiha ye:   "Em weke koordînasyona jinên Êzidî li welat û derveyî welat di serî de 4'ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo ji dil û can li gelê kurd, civaka Êzidî, mirovahiya azadîxwaz, şervanên azadî, jinên Êzidî  û li hemû jinan pîroz dikin.   4'ê Nîsanê roja vejîna gelê kurd û hemû gelên bindest e. Rêber Apo di sedsala 20 û 21'ê de bû destpêkek nû ya lêgerîna azadiyê ji hemû mirovahiyê re. Bi paradîgmaya neteweya Demokratîk, civaka exlaqî û polîtîk li ser bingeha azadîxweziya jinê li Kurdistanê û Rojhilata Navîn şoreşa civakî dest pê kir û roj bi roj têkoşîna azadiyê mezin dibe.   Jinên Êzidî bi naskirin û xwerêxistinkirina li ser fikir û ramanê Rêber Apo li welat û derveyî welat rêxistin û îradeya xwe ava kirin û ji bo civaka xwe pêşengtî ji jiyana azad û demokratîk re dikin. Jinên Êzidî li Şengalê piştî fermana 74'an fikra azad a Rêbertî ji nêz ve nas kirin û bi saya Rêber Apo jin li her qadên jiyanê xwe isbat kirin.   Rêber Apo li Girava Îmraliyê 23 sal in di bin tecrîdeke giran de ye. Di şexsê Rêber Apo de civak tê tecrîdkirin. Azadiya fîzîkî ya Serok Apo erkê her mirovê azadîxwaz e. Weke jinên Êzidî li her derê welat û derveyî welat azadiya fîzîkî ya Rêbertî erkê me yê bingehîn e. Heya azadiya Rêberê me ya fîzîkî pêk neyê em ê têkoşîna xwe bidomînin û berxwedana xwe bilintir bikin.    Bi navê Koordînasyona Jinên Êzidî li Welat û Derveyî Welat, dubare em rojbûna Rêber Apo li gelê kurd, Civaka Êzidî, Mirovahî û li hemû Jinan pîroz dikin. Em jinên Êzidî ji Şengal, Bakurê Kurditanê, Rojavayê Kurdistanê, Elmanya, Rûsyayê û Ermenistanê silav didin roja xwe, silav didin  Rêber Apo, em dibêjin rojbûna te pîroz be.    Herî dawî em bang li her kesî dikin û dibêjin 'dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye'. Em têkoşîna xwe xurtir bikin bi Rêberê xwe re azad bijîn."