Newaya Jin bi manşeta 'Tiştên ku hatine guhertin hene' derket 2022-04-04 10:06:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Newaya Jin di 18 saliya xwe de bi hejmara 205'an bi manşeta "Tiştên ku hatine guhertin hene" hat weşandin.    Rojnameya jinê Newaya Jin ku bi meha nîsanê re ket sala xwe ya 18'an, hejmara 205'an gihand ber destên xwendevanên xwe. Di hejmara nû de ku bi manşeta "Tiştên hatine guhertin hene" çap bû, çalakiyên 8'ê Adarê, peyamên Newroza 2022'yan, 4'ê Nîsanê, Tehcîra Ermen a 1915'an, mijarên ekolojîk û çandê hatin nirxandin.   Akademîsyen Sîmten Coşar işaret bi 8'ê Adarê kir û destnîşan kir ku dengê berxwedanê li dijî desthilatdariyê dikare bê bilindkirin.   Siyasetmedar Nîlufer Koç jî heman mijar nirxand û diyar kir ku piştî 111 salan dirûşma "Jin, jiyan, azadî" li qadên 8'ê Adarê hatin qîrîn.   Roza Metîna peyamên Newroza 2022'yan nirxand û destnîşan kir ku Newroza îsal hem bi peyamên xwe hem jî bi atmosfera xwe ya bi coş derbasî nava rûpelên dîrokê bû.   Rojnameyê bi wesîleya 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hevpeyvîneke taybet li ser zarokatî û jiyana wî weşand.   Rojnamevan Alîn Ozînîan bi bîranîn û vegotinan di gotara xwe de qala Qirkirina Ermenan a 24'ê Nîsana 1915'an kir.   Ekolojîst Sûltan Gulsum bal kişand ser yek ji polîtîkayên şuştina zayendperestî (genderwashing) 'Femvertisements'.   Ji nivîskarên rojnameyê Hêja Zerya bi wesîleya salvegera 18'an a damezrandina Newaya Jin hest û fikrên xwe parve kir.   Sernavên din ên di hejmara 205'an de hatin weşandin wiha ne:   * Li Fransayê nîqaşên li ser jineolojiyê: Komîteya Jineolojiyê ya Fransayê   * Projeyek bêhndanê. TitulArts   *Parazvanên çanda dayikê: Medya Doz   * Jin nirxên enternasyonalîst pêş dixin: Sarah MARCHA/Amara AMÛDÊ   *Jinên Lor, sembola têkoşîn û rizgariyê: Berjîn Tekoşer    *Dengê xurt ê felsefeya femînîst: Sîlvîa Federîcî: Fîdan Yildirim   *Dema kerengan: Zîn Koçer   * Çîroka şervanekê: Laleş Rênas   *Hûn li hezkirinê rast bên: Kaktus   Hejmara nû ya rojnameyê li ser malpera înternetê ya newayajin.net dikare bê peydakirin.