Feleknas Uca: Bi hêza ji Newrozê hatiye girtin, em ber bi Amarayê ve diçin 2022-04-04 09:10:19   Medya Uren - Derya Ren    AMED - Cîgira Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Feleknas Uca têkildarî peyama gelê kurd ku li qadên Newrozê daye û 4'ê Nîsanê axivî û got: "Piştî 8 salan cardin ji Stenbolê heta Botan û Amedê gelê kurd bi yek dengî azadiya birêz Abdullah Ocalan qêriyan. Em bi heman hêzê ber bi roja nû 4'ê Nîsanê ve diçin."   Ji 8'ê Adarê heta Newroza 2022'yan girseya li qadan bi yek dengî azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan qêriya. Çalakiyên weke "Dem dema azadiya jinê ye" û "Dem dema serkeftinê ye" hatine destpêkirin û encamên girîng bi dest xistin. Herçiqasî çapemeniya medyaya hawiz nedîtibe jî ji bo gelê kurd bû hêviyek mezin a serkeftinê. Kurd bi wî rihî jî ber bi 4'ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve diçin.   Cîgira Hevserokatiya Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) parlementer Feleknas Uca têkildarî peyama gel a li qadan daye parve kir û têkildarî 4'ê Nîsanê bangewaziya xwe parve kir.   'Gel bi rihê têkoşînê agir gur kirin'   Feleknasê di serî de ji bo gelê kurd spas kir û got: "Ji Rehşenan, Bêrîvanan heta Mazlûman em têkoşîna li hemberî zilmê bi bîr tînin. Gelê kurd carek din di Newrozê de li hemû qadan li gorî dilê demê û agirê Newrozê xwedî derketinek mezin kir. Em dizanin Newroz ji bo gelê kurd li hemberî bindestiyê serîrakirin e, li hemberî faşîzmê têkoşîn e. Gelê kurd îsal jî ruxmê hemû gefan li hemberî zilmê rabûn û xwedî li Newrozê derketin. Bi salan bû ku dewletê destûr nedida Newroz li taxekê jî were pîrozkirin. Gelê kurd bi canê xwe, rihê xwe, têkoşîn û sekna xwe nîşan da ku agirê Newrozê gur dike û xwedî lê derdikeve."   'Bû Newrozek dîrokî'   Feleknasê da zanîn ku gelê kurd Newrozê ne tenê weke cejnekê weke referandûmekê dibîne. Feleknasê wiha berdewam kir: "Di rojeva me de azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan û tecrîda girankirî ya li Îmraliyê tê meşandin, zextên li girtîgehan berdewam dikin hebûn û di Newroza îsal de jî bû mijarên sereke. Ji salên dawî heyanî niha azadiya birêz Abdullah Ocalan jixwe di rojevê de bû û ji bo wî dihate pîrozkirin. Bi taybetî jî di Newroza fînalê ya pêvajoya aştiyê ku di salên 2012'an de bi hevdîtina li Norveçê re dest  pêkir de komkujiya Parîsê çêbû. Piştî wê di salên 2013-2015'an de jî Newroz bû Newrozên dîrokî. Neweroz êdî ne weke şahiyekî hate pîrozkirin. Bi peyama birêz Abdullah Ocalan re bû xwedî nirxekî bêhempa û dîrokî. Gelê kurd, gelên Tirkiyeyê, siyasetmedar, rayedarên Ewropayê tev ji bo vê kelecanê bûn şirîk. Ji Behra Reş, Trabzonê heta Amedê gel herikîn qadên Newrozê. Weke ku wê birêz Abdullah Ocallan bi xwe were Newrozê. Çapemeniya Tirkiyeyê jî bi vî rengî xwedî lê derket."   'Piştî 8 salan bi heman rihî daketin qadan'   Feleknasê diyar kir ku peyama Abdullah Ocalan bû peyama aştî û çareseriyê û wiha got:"Ji ber peyama birêz Abdullah Ocalan Newroza 2013'an bû Newroza yekîtî û çareserkirina pirsgirrêka kurd. Divê em peyama wî ya di salên 2013-2015'an baş binirxînin. Piştî ku serokkomarê Tirkiyeyê got çareserî kete sarincê êdî êrişan dest pê kirin. Bi tankan ketin nava bajarên Kurdistanê û qetlîamên mezin pêk anîn. Ev yek ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd qewimî. Piştî 8 salan di Newroza 2022'yan gelê kurd carek din hêza xwe nîşanî dewletê da. Di vê Newrozê de gelê kurd li dijî hêza ku dixwaze tecrîdê ferz bike, hêza ku li dijî çareseriya pirsgirêka kurd hewil dide, hêza ku naxwaze kurd bibin yek, peyamek xurt ji bo raya giştî ya Tirkiyeyê û cîhanê da. Gel bi yek dengî got dem dema azadiya birêz Abdullah Ocalan e."   'Di tecrîdê de bi israr in'   Feleknasê anî ziman ku gelê kurd û dostên kurdan li qadên Newrozê banga aştiyê kirin û wiha lê zêde kir:"Hevalên kurdan bi dirûşma 'dem dema azadiya Abdullah Ocalan e' kampmanya dabûn destpêkirin. Li Bakurê Kurdistanê jî ne tenê tecrîd azadiya birêz Abdullah Ocalan kete rojevê. Divê dewleta tirk peyama hatiye dayîn baş bixwîne. Cardin ji Karadenîzê heta Stenbolê heta Botan û Amedê ev peyam hate dayîn. Di qadên Newrozê de ji derveyî vê dirûşm nehatin berzkirin. Heta ku hevdîtin bi birêz Ocalan li Îmraliyê pêk neyê, çareseriya demokratîk jî li vî welatî pêş nakeve. Polîtîkeyên şer û mîlîtarîzimê wê pêş bikeve. Qeyrana siyasî, şer û qeyrana aborî jî bi van ve girêdayî zêde dibe. Lewra girtinan û êrişan zêde dikin. Her wiha di tecrîdê israr dikin. Li hemberî vê hişmendiyê jî gelê kurd û dostên kurdan li qadên Newrozê banga aştiyê kirin."   'Mafê kesî nîne li ser navê wî biaxive'   Feleknasê axaftinên ku di derbarê Abdullah Ocalan de tên kirin bi bîr anî û got: "Birêz Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî de jî anî ziman ku kes li ser navê wî axaftinan neke. Weke her girtiyê siyasî pêwîst e bi awayekî vekirî hevdîtinên parêzeran û hevdîtinên malbatê pêk werin. Tecrîda girankirî didome û serokwezîrê Tirkiyeyê bi gotinên ku derbarê wî de dike re ferasetek cuda pêşkêş dike. Ew kesên ku gotin pêvajoya aştiyê ketiye sarincê û pêvajoy xira kirine, kesên ku bûne sedema tecrîda li Îmraliyê zêdetir bibe, kesên bûne sedema rewşa siyasî ya niha nikarin li ser navê birêz Ocalan biaxivin. Ji ber wê sedemê pêwîst e hevdîtin bi wî re pêk werin û ew fikrên xwe parve bike. Wî digot ez ê di hefteyekê de pirsgirêka Rojhilata Navîn çareser bikim û divê ji bo vê yekê gav werin avêtin."   'Xwe nûnerê aştiyê dibînin'   Feleknasê bal kişand ser hevdîtinên Ûkrayna û Rûsyayê û wiha got:"Tirkiye dixwaze di asta navneteweyî de xwe weke nûnerê aştiyê xwe nîşan bide. Hevdîtinên bi Ûkrayna û Rûsyayê re kirine re xwestin vê nîşan bidin. Wan hîna pirsgirêka di nav xwe de çareser nekirine. Ango pirsgirêka ku li ber deriyê wan berdin çareser bikin ji bo çareseriyê dibin asteng. Divê di serî de Tirkiye pirsgirêka kurd çareser bike. Dê wê demê ev tevgera wan baweriyê bide."   'Em ê gavên jiyana nû biavêjin'   Feleknasê beriya qala Amara bike cangoriyê Amarayê, Mahsum Karaoglan û Mustafa Dag bi bîr anî û got: "Berê bi rojan amadekariyên 4'ê Nîsanê dihatin kirin li Xelfetiyê jî ev pîrozbahî 2 rojan berdewam dikirin. Gel bi girseyî heta Xelfetiyê meş li dar dixist. Mahsum û Mustafa jî di vê meşê de jiyana xwe ji dest dabûn. Bi demê re ev hatin qedexekirin, lê belê gelê kurd van qedexeyan nas nake. Ev rojbûn rojbûna tevahî kurdan e û nayê qedexekirin. Dewletê jî bi êriş û qedexeyan xwest bibe asteng. Em ê îsal jî bi wê vîn û hêviyê berê xwe bidin Amarayê. Em ê heya 10'ê nîsanê çalakiyên weke darçandinê li dar bixin. Em ê gavên jiyana nû biajin. Divê hemû gel jî ruxmê êrişan ji bo jiyana nû gavekê biavêjin. Kes nikare çav û dile gelê kurd kor bike. Wê herkes bi heman rihî 4'ê Nîsanê pîroz bikin. Gelê me ji tu gefan piştve naçe. Me di Newrozê de dît û em ê di 4'ê Nîsanê de jî bibînin. Werin em roja nû bi hev re pîroz bikin."