Sultan Karaoglan: 13 sal in êşa me wekî roja ewil e 2022-04-04 09:04:20   Sema Çaglak   AMED - 13 sal di ser qetilkirina Mahsum Karaoglan ê ku di pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê de hate qetil kirin re derbas bû. Dayika Mahsum, Sultan Karaoglan diyar kir ku hê jî ciwanên kurd tên qetîlkirin û wiha got: “Êşa me qet kêm nenû. Em ê heta dawiyê jî doza lawê xwe bikin.”   Di 4’ê Nîsan 2009’an de ji bo rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz bikin bi dehhezaran kesî berê xwe dan gundê Amara yê navçeya Xelfetiya Rihayê. Lê polîs û leşkeran xwestin bi hezaran kesên ji bo pîrozbahiyê diçin Amarayê asteng bikin û polîsan êrîşî girseyê kir. Di encama êrîşên hatin kirin de Mahsum Karaoglan û Mustafa Dag  jiyana xwe jidest dan, gelek kes hatin birîndarkirin û gelekên wan jî hatibûn binçavkirin. Derbarê kuştina Mustafa Dag û Mahsum Karaoglan de Dozgerê Komarê yê Bêrecûkê lêpirsîna da destpêkirin, lê heta roja îro ji di lêpirsînê de tu pêşketin çênebûye.   Dayika Mahsum Karaoglan Sultan Karaoglan bi minasebeta salvegera qetilkirina lawê xwe ji ajansa me re axivî.   ‘13 sal in edalet pêk nehat’   Sultan diyar kir ku di ser kuştina Mahsum re 13 sal derbas bûne lê heta niha edalet pêk nehatiye û kujer nehatine cezakirin. Sultan, anî ziman ku ew di her 4 Nîsanê de heman kêlîyan dijî û wiha bahsa wê rojê kir: " Wê rojê gelek kesî ji bo rojbûna Abdullah Ocalan berê xwe dabûn Amarayê. Mahsûm jî wê demê li zanîngehê beşa matematîkê dixwend. Ji Zanîngehê çûbû gundê Amarayê. Mahsûm li wir ji hêla polîsan ve hate qetîlkirin. Li gel ku 13 sal derbas bûn jî ne êşa me derbas bû ne jî kujer hatin darizandin. Ji bo lêpirsîn bê destpêkirin me gelek caran serî li dozgeriyê da lê hertim serlêdanên min bê bersiv man.”   ‘Mahsûm, tim li derdora xwe bandorek dihişt’   Sultan, anî ziman ku Mahsûm ji xwendinê gelek hez dikir û li ser derdora xwe de tim bandor dihişt. Sultan, got: “Di her 4'ê Nîsanê de dibêjim qey heman roj e. Wekî Mahsûm îro çûye û wê dîsa vegerê malê li bendê dimînim. Wekî hê jî xwendevan e û diçe dibistanê hîs dikim. Mahsûm pir zîrek bû û ji xwendinê gelek hez dikir. Ji Serok gelek bi bandor dibû, dixwest li ser rêya wî biçe. Gelek girêdayî têkoşîna azadiyê bû. Di her aliyî de xwedî bi fikrek bû. Guhertin û veguhertin esas digirt. Tim ji min re pêşniyar dikir. Digot dayik pêşengtiyê dikin divê tu jî pêşengtiyê bikî.”   ‘Hê jî ciwanên kurd tên qetîl kirin’   Sultan, bilêv kir ku wekî Mahsûm bi hezaran ciwan hene ku tên qetîlkirin an jî tên girtin. Sultan, axaftina xwe wiha berdewam kir: “Êşa me qet kêm nebû. Em heta dawiyê jî doza lawê xwe dikin. Çi heqê wan hebû ku zarokên me qetîl kirin.  Tenê ji bo rojbûna Serok çûbûn pîrozbahiyê. Wê demê gelek kes jî birîndar bibû. Em naxwazin êdî ciwanên me werin qetîlkirin an jî werin girtin. Êdî bes e, êşa dayikan pir zêde ye.”   ‘Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin’   Sultan, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku divê Ocalan, azad bibe. Sultan, got: “Abdullah  Ocalan bi salan e girtî ye. Em dixwazin bi awayekî azad rojbûna wî pîroz bikin.  Divê bêyî astengî rojbûna wî were pîrozkirin. Lê nahêlin û êrîş dikin. Em dixwazin ji Abdullah Ocalan agahî were sitendin. Sal e  jê tu agahî nîne. Divê parezêr û malbata wî bikaribe jê agahiyê bigire.  Divê pê re hevdîtin were kirin.”