Li Rojava ji bo 4'ê Nîsanê bi hezaran şitil hatin çandin 2022-04-03 16:17:34     NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek cihên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi hezaran şitil hatin çandin.    Bi boneya rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê çalakiyên cihereng hatin lidarxistin û dar hatin çandin.   Bi nêzîkbûna rojbûna rêber Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê çalakiyên cihereng li dar ketin. Bi sedan şênî tev li van çalakiyan bûn.   Hesekê   Bi dehan şêniyên kampa Serêkaniyê 73 dar li kampê çandin.   Dirbêsiyê   Şaredariya Gel a navçeya Dirbêsiyê 5 hezar dar veqetandin da ku li bajarok û gundên navçeyê werin çandin.   Heta niha di çarçoveya hemleyê de, 2 hezar dar li bajarokên Sîker, Qeremane, Til Kermê û Xenamiye hatin çandin.   Li bajêr dar li parka Kurdistanê û li ser rêya di navbera navçe û Hesekê de hatin çandin.   Tirbespiyê   Bi dehan şênî û malbatên şehîdan tev li merasîma vekirina parka bi navê Parka 4'ê Nîsanê ya li navçeyê bûn.   Dayîka şehîd Hevrîn Xelef park vekir û vekirina parkê li Abdullah Ocalan pîroz kir. Paşê şêniyan dar li parkê çandin.   Çilaxa   Vê sibehê bi dehan şêniyên navçeyê û malbatên şehîdan berê xwe dan bendava Zexîre û dest bi çandina daran li derdora bendavê kir.   Girkêlegê   Saziyên civaka sivîl ên navçeyê li gundê Helîq dar çandin. Bi dehan endamên saziyên civaka sivîl 200 dar li qada gund çandin.   Heleb   Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye parka bi navê “Rojbûna Azadiyê” (Mîlad El-Hûriye) li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd vekir û gelek dar tê de çandin.   Her wiha di heman çalakiyê de Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Abdullah Ocalan daxuyanî da û tê de rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kir.   Berdevka însiyatîfê Amne Xedro daxuyanî xwend.   Di daxuyaniyê de bang li gelê kurd û dostên wan hat kirin ku têkoşînê mezin bikin da ku tecrîdê bişikînin û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk bînin.