Bijîşk girtiya nexwest kelepçekirî bê muayenekirin tehdît kir! 2022-04-03 15:57:26     STENBOL - Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê Mesûde Pehlîvan, a ku ji bo muayeneyê birin Nexweşxaneyê Dewletê ya Fatîhê ji ber ku bi awayê kelepçekirî nexwest muayene bibe bijîşk ew tehdît kir.    Girtiyên li Girtîeha Jinan a Gebzeyê binpêkirina mafan a li girtîgehan ji parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu revegotin. Omer jî mijar ji wezaretên têkildar re ragihand û li dijî binpêkirina mafan li girtîgehan jî serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê da.   'Fature bûne duqat'   Girtiyên ku bi nameyekê giliyê xwe ji Girtîgeha Jinan a Gebzeyê kirin diyar kirin ku xwarin xerab e û tenê yek cûre tê dayîn. Girtiya bi navê Mihrîban Cah jî ji faturayên zêde ên zêde gazinc kir û got ku  faturaya ku di meha Kanûnê de 214,50 TL, di meha Çileyê de tenê ji bo bikaranîna çaydank û televîzyonê bûye 546 TL.   'Penceşêra mîdeyê di tevgerê de ye'   Girtiya nexweş Mesude Pehlîvan ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê girtî ye jî bal kişand ser binpêkirinên mafan ên ku di dema dermankirinê de tên kirin vegotin. Mesude wiha berdewam kir: “Ev 6 sal in nexweşa pençeşêrê me û bi dehan nexweşiyên min hene ku hevûdu didin der. Di vê heyamê de nexweşiyên wek tansiyon û trioid dest pê kirin. Piştî nexweşiya penceşêrê ku min debas kir ketim girtîgehê. Lêbelê, bijîjkê ku min fîlima xweya paşîn a PET nîşanî wî da, got ku dibe  di zikê te de tumorek cûda hebe. Penceşêra mîdeyê jî ku min bi salan di bin kontrolê de girtibû jî ji nû bû.”   Muayeneya bi kelepçe   Mesude da zanîn ku ji bo nexweşiya mîdeyê tam bê dîtin divê endoskopî bê kirin û ev bi mehane nayê kirin û wiha got: “Ez diçim nexweşxaneyê, leşkerê li odeya bijîşk dibêje; 'Ger bijîjk bêje veke ez ê kelepçeya we vekim, ger ku nebêje ez ê vekim.' Gelek caran doktor jî muayeneya bi kelepçe ferz dike. Ez muayeneya kelepçekirî qebûl nakim, ji ber vê yekê jî bêyî ku tu tedbîran werbigirim, dîsa min tînin girtîgehê. Mafên nexweşan tên binpêkirin, "   Bijîşk gef xwar: Dua bikin tenê kelepçe hene   Mesude axaftina xwe ya bi bijîşk re a Nexweşxaneya Dewletê ya Fatîhê ya ku herî dawî ew rakiribûnê jî wiha vegot: "Bêyî ku ji bijîşk bipirsim, 'Hûn dikarin kelepçeyên min vekin?' Bijîşk got, 'Tu hiş be.' Ez bijîşk im, ez ê biaxivim.' Dema min bi israr xwest kelepçeya min bê vekirin, bijîşk got; 'Hûn dua bikin, tenê kelepçe hene. Lê wî bi eşkereyî gef li min xwar û got: “Ma tu nizanî wekî din çi heye?”. Dema ku min careke din behsa kelepçeyan kir, bijîşkr got;, 'Yên ku timî kelepçe dibêjin dişînin psîkiyatriyê, ger hewcedariya we hebe ez ê we bişînim psîkiyatriyê.' û tehdît kir."