Mîhrîcana 4'ê Nîsanê bi pêşbaziyên werzîşê didome 2022-04-03 12:34:54     MEXMÛR - 14’emîn Mêhrîcana Çand û Werzîşê ku bi minasebeta 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her sal li Mexmûrê tê lidarxistin, bi pêşbaziyên werzîşê di roja 2'emîn de didome.   14'emîn Mîhrîcana Çand û Werîzşê ku her sal bi minasebeta 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji aliyê Qada Perwerdeya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustemcûdî ( Mexmûrê) ve tê lidarxistin didome. Mîhrîcan îsal di 21’ê Sibatê de bi turnovaya futbolê destpê kir û dûh di çarçoveya mîhrîcanê de pêşangehek jî hat vekirin. Pêşangeha hat vekirin wê heta roja 4’ê Nîsanê vekirî be. Mîhrîcanê îro jî bi pêşbaziyên werzîşê berdewam kir. Xwendevanên Mexmûrê bi awayek fermî hatin saheya fotbolê beriya ku pêşbaziyê futobolê dest pê bike komên govendan ên dibistanên seretayî bi cilên xweyên kurdî ên govendê di nava sahayê de govend girtin.  Her wiha xwendevaên ku beşdarî pêşbaziya werzîşê bûn jî ala kes, sor û zer girtin û li dora sahayê zivirin.   Di mêhrîcanê de Pêşbaziyên werzîşê yên weke Beza Marotan, Beza ala 400 metre, maratona Stêrk Ciwan, Beza 100 Metrî, Dirêjavêtin pêkhatin. Hemû kesên ku tevlî van pêŞbaziyan bûN bi kelecanek mezin li bendê bûn ku bi lîzin.   Hêjayî bibîrxistinê ye ku wê sibe di seetên sibeh roja Fînalê ya Mîhrîcanê de pêşbaziyên werzîşê yên di navbera dibîstanên sereteyî yên weke stran, govend, Torbe, meşa hêk, meşa mêrû û mast werin li darxistin.