Artêşa Iraqê êrîşî gundên Şengalê kir 2022-04-03 11:53:38     NAVENDA NÛÇEYAN - Hewldanên Artêşa Iraqê yên lêkirina dîwar di navbera sînorê rojavayê Kurdistan û Şengalê de dewam dike. Di heman demê zextên Iraqê ên li ser Şengalê jî zêde dibin, Artêşa Iraqê bi ser gelek malên gundên Şengalê de girt û gef li şêniyên  gundan xwar ji bo ku tevlî çalakiyên li dijî lêkirina dîwarê lê ser sînor nebin.   Liv û tevgera leşkerî ya artêşa Iraqê a li derdora Şengalê roj bi roj zêde dibe. Hikumeta Iraqê ji bo zext û dorpêçkirina li ser Şengalê girantir bike, serî li rê û rêbazên nû dide. Bi taybet Iraq dixwaze ji milê sînorê Rojavayê Kurdistanê ve, derdora Şengalê bi têlê û dîwarê lêdike dorpêç bike.   Di  13’ê Adarê de li dijî hewildana hikumeta Mistefa Kazimî ya avakirina sînorên di navbera Civaka Êzidî û ereban de, şêniyên ereb û êzidî meşiyabûn û hewildana Artêşa Iraqê şermezar kiribûn. Piştî vê meşê zextên Hekûmeta Iraqê li ser şêniyên ereb, zêde bûn.   Li gorî agahiyên nûçegîhanê Rojnewsê li Şengalê hatine standin, piştî 15’ê Adarê hêzên bi ser lîwaya 18’an a Pasewanên Sînor ku girêdayî serokwezîrê Iraqê ne, bi ser gelek malên gundên Hesawîk, Bîrcarî û Tilmişrif de girtine. Ev gund bi ser navçeya Sinunê ve ne û bi qasî 3 kêlometre ji sînorê Rojava û Şengalê dûrin.   Hêzên Iraqê gef xwarine   Nûçegihanê Rojnewsê ragihand ku di serdegirtina malan de, hêzên Kazimî gef li şêniyên gundan xwarine ku ji bo ragihandinê ne axivin û behsa serdegirtina malan nekin. Hêzên Kazimî sedema biserdegirtina malan jî bi hincetên lêgerîna çekan ve girêdane.   Herwiha heman nûçegîhanî ragihand ku şêniyan gotine, Artêşa Iraqê gef li wan xwarine ku ji bo êdî ereb tevlî meşên li dijî çêkirina dîwar nebin û carek din jî tevlî çalakiyên cûda nebin. Tê gotin ku Ewlekariya Nîştimanî ya Iraqê jî telefonî şêniyên li herêmê dike ku ji bo tevli çalakiyan nebin.