TAJÊ: Me bi fikrên Rêber Apo çavê xwe li azadiyê vekir 2022-04-03 11:30:11     ŞENGAL - TAJÊ bi minasebeta 4'ê Nîsê ku Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan e daxuyaniyekê da. TAJÊ di daxuyaniya xwe de 4'ê Nîsanê pîroz  kir û got ku jinên êzidî piştî 74 fermanan bi saya fikrên Rêber Apo çavên xwe li azadiyê vekrine.    Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekê 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kir û got, "Weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) em diyar dikin ku; tu hêz, tu dijmin nikare me ji Rêber Apo dûr bixe. Ji ber Rêber Apo di dil û mejiyê me de cih girtiye. Rêber Apo rêberê gelan e, rêberê jina azad e. Em ê bi hemu hêza xwe ji bo azadiya fizikî ya rêber Apo têbikoşin û her tim li ser piyan bin. Bi hêvi û baweriya 'Welatê Rojê' em ê bi rêber Apo re azad bijîn û em ê bi ser kevin."    Berdewama daxuyaniya TAJÊ wiha ye:     "Meha Nîsanê meha vejîna xwezayê meha xemilîn, rengînî û xweşikbûna biharê ye. Mozayîka reng, deng û tevgerîna xwezayê di vê mehê de xuya dibe. Bi taybetî li Kurdistanê welatê xwedawendan Nîsan mizginî ye, vejîn e, geşbûn, hebûn û azadî ye. Ya herî watedar jî di baweriya me ya êzdatî de meheke  pîroz e. Roja Çarşema  Nîsanê roja avabûna kinyadê ye. Bawerî pê tê kirin ku gerdûn, xweza di vê mehê de xwe ava kiriye. Civaka Êzidî di vê rojê de gulên sor bi ber deriyê xwe vedikin, şahî û dîlanê digrin.   Di meha pîroz de çavê xwe li jiyanê vekir   Di mehek wisa pîroz de Rêber Apo çavê xwe li jiyanê vekir. Rojbûna Rêber Apo roja vejîna jiyana azad û jina azad e. Ji bo jinên azadîxwaz û gelên bindest roja ketina ferqa hebûna xwe ye. Bi vê şiyarbûnê şahiya dilxweşî û gerandina govenda azadiyê ye. Jinên êzidî pişti 74 fermanan, bi saya fikrên Rêber Apo çavên xwe li azadiyê vekirin. Rojeke reş, roja fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de ango di roja herî zor û zehmet de, Rêber Apo bi hawara me ve hat. Em ji qirkirina mirovî xilas kirin û rêya jiyana azad fêrî me kir. Rêber Apo ji bo me, mizgîniya azadiyê ye. Rêber Apo ne tenê em ji fermanê xilas kirin, pergala xwe parastin, xwe rêvebirin û xwe birêxistinkirinê jî nîşa me da.   Rêber Apo ji bo civakên bindest bû hêvî   Rêber Apo ji bo mirovên bindest û civakên bindest li hember zilmê û neheqiyê serî hilda, berxwedan kir û şerê rûmetê meşand. Pêşengiya mirovê azad kir; bawerî, hêvi çêkir ji bo jinan û gelan. Pergala zilmê ya li ser jinan û gelan hilweşand. Baweriya Êzdatî ji felsefeya xweza û çanda berxwedanê tê. Me weke jin û Civaka Êzidî heqîqeta hebûn û azadiya xwe di fikir û pergala Rêber Apo de dît. Ji ber wê hîn di roja destpêkê de hezkirin û girêdana me bi rastiya Rêber Apo re çêbû. Ji ber wê em ewlekarî, tenduristî, azadiya fizîkî ya Rêber Apo weke ewlekarî, tenduristî û azadiya xwe dibînin. Rêber Apo sedema hebûn û jiyana me ye. Bersiva me ya herî mezin ji bo Rêber Apo, ew e ku wekî jin û civak em xwe birêxistin bikin, pergala xwe ya parastin û rêvebiriyê xurt bikin. Ji ber ku Rêber Apo dibêje, 'yek ji hêviya min a herî mezin, jin xwe rêxistin bikin.' Ji ber ku heqîqeta jiyan û civakê di xwe bi rêxistinkirina jinê re derbas dibe. Civak û jiyan li dora jinê pêş ketiye. Jiyan destpêkê li ser welatê me, axa me geş bûye.  Lewma ji welatê me re dibêjin 'Welatê Rojê'. Rêber Apo ev heqîqeta dîrokî û civakî raxist ber çavan.   Hezar silav ji bo rêberê gelan   Weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî em diyar dikin ku; tu hêz, tu dijmin nikare me ji Rêber Apo dûr bixe. Ji ber Rêber Apo di dil û mejiyê me de cih girtiye. Rêber Apo rêberê gelan e, rêberê jina azad e. Em ê bi hemu hêza xwe ji bo azadiya fizikî ya rêber Apo têbikoşin û her tim li ser piyan bin. Bi hêvi û baweriya 'Welatê Rojê' em ê bi rêber Apo re azad bijîn û em ê bi ser kevin.  Hezar silav ji bo rojbuna rêber Apo hezar silav ji bo rêberê gelan."