Li Stenbolê bi minasebeta 4'ê Nîsanê dar hatin çandin 2022-04-02 15:41:28   STENBOL - Li Stenbolê jinan bi minasebeta 4'ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dar çandin.    Bi minasebeta 4'ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk (HDP) a Stenbolê, jinên endamên Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anadolûyê (ANYAKAY-DER) û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwarên Marmarayê re (MATUHAY-DER) dar çandin û piştre jî paste jêkirin.    Jin li cihê ku dar bên çandin kombûn û diyar kirin ku divê tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan bê bi dawîkirin û hemû girtiyên siyasî bên berdan.    Piştre jî dar hatin çandin.