Xizmên windaya li aqûbeta Bedrî Agalam pirsîn 2022-04-02 14:35:36   AMED - Xizmên windayan ligel astengiya polîsan çalakiya xwe ya 686’an li avahiya ÎHD'ê pêk anîn û li aqûbeta Bedrî Agalam  pirsîn.   Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, ji bo kesên bi cînayetên kiryarnediyar hatine qetilkirin û di bin çavan de hatine windakirin, di hefteya 686’emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu ya Amedê xwestin çalakî li dar bixin. Çalakiya ku her heftê bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” pêk dihat vê heftê ji hêla polîsan ve bi hinceta biryara Waliyê Amedê ya qedexeya çalakiyan a 15 rojan heye hat astengkirin.    Xizmên Windayan, çalakiya xwe ya vê heftê li avahiya ÎHD'ê pêk anîn. Daxuyanî ji hêla endama rêveberiya ÎHD'ê ya Amedê Derya Yildirim ve hat xwendin û di daxuyaniyê de li aqûbeta Bedrî Agalam hat pirsîn.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Bedrî Agalam bavê 4 zarokane ku di sala 1969’an de ji dayîkbûye û di sala 1990’an de jî ji ber êriş û gefên dewletê berê xwe dide Amedê. Di 25’ê çile ya 1995’an de jî bi ser êrişa kesek bi navê Olcay birîndar dibe û bi çend kesan re ji aliyê polîsan ve tê binçavkirin.    Piştî demek kurt tê berdan û di heman rojê de carek din tê binçavkirin. Malbata Bedrî serî li Midûriyeta Emniyetê dide lê belê ew dibêjin ‘Me Bedrî berdaye’. Piştî 5 rojan, kesên ku pêre hatibûn binçavkirin hatin berdan. Lê Bedrî nehat berdan. Malbata Bedrî bi kesên ku hatin berdan re diaxife. Li gorî agahiyên ku malbatê girtine Bedrî di encama îşkenceyên lê hatine kirin rewşa wî nebaş bûye û hatiye berdan, lê piştre cihek cuda carek din hatiye binçavkirin.     Malbata ku xeber ji Bedrî nagirin di heman salê de serî li ÎHD’ê didin. Ligel serlêdanan derbarê Bedrî de heya niha tu agahî nehatiye bi dest xistin.    Em di şexsê Bedrî de îro carek din hesab dipirsin."